Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-04-10
Min 255 kron perê ajotina erebê ya du caran da. Carê ez çûm min ajot, cara din
jî min ji bîr kir. Lê dîsa pere ji min girt.
Îro dinya sar e, bakî sar tê.
Ez çûm komelê, min 2500 kron heqê çapxanê girt. Lê xwediyê çapxanê ne li wir bû,
ma sibe.
Nîmet Aydin ewê dawetiyê sibe bîne li çayxanê bide min. Lîstik roja îniyê êvarî ye. Ezê zarokan jî bi xwe ra bibim.
XXX
1996-04-10
*Dêlika Tansû Çîllerê îro dîsa birre bira wê bû, digot kes
nikane ji bo mesela kurd me mecbûrî dîtina riyeke siyasî bike…
Wer xuya dike kuştin 27 leşkeran li Tikriyê tesîreke mezin kiriye. Lema jî Çîller gefê li kurdan dixwe. Li gorî ajansên tirkî, di navbera Diyarbekrê û Bîngolê da di nava leşker û gerîlayan da şerekî mezin heye.
*Armanc îro ji min rahat, şiîreke Ahmed Husênî tê da heye, Newroza te pîroz be !
Min sê caran xwend. Ji zûda ye min bêriya şiîrên Ahmed Husênî kiriye. Newroza
te pîroz be, dil û hestiyên min nerm kir.
Min xwest ez jî şiîrekê binivîsim lê ji min nehat. Ji dêlî wê, ji kêf û huznê
min şûşeyek şerab vekir, nîv şûşe vexwar. Mala Ahmed Husênî ava be, bû sebebê
vê dilşadî û huzna tevlihev.
XXX
1999-04-10
*Di xeberên tirkî yên îro da dibêjin di nabêna pênc û nehê
nîsanê da hêzên dewletê 44 gerîla kuştine, 15 gerîlla jî girtine. Deh jî leşker
hatine kuştin. Helbet sedî sed rastiyê nabêjin, lê kuştina 10 leşker jî ne
hindik e. Wer xuyaye şerekî mezin didome.
*Firat Cewerî telefon kir. Ji ber weşandina wê nivîsa
Mihemed Ûzûn min ew rexne kir. Got tiştê tu dibêjî rast e, Mihemed neheq e û li
hemberî Mûrad bêedebî kiriye. Got, lê ji ber ku bersîv bû min çap kir, heger
nivîsa Mûrad tunebûya min ew nivîsa Mihemed nediweşand.
Dîsa got mafê Mûrad jî heye bersîva wî bide. Emê sibe hevûdu bibînin.
*Îro û sibe kongra Federasyonê heye. Ezê neçimê. Wan rojan
Keya Îzol ji min ra got piraniya komelan ketine destê hevalên PDKê, nahêlin meriv
karekî bike. Gelşên Kurdistana bakur wan zêde eleqedar nake, naxwwzin aktîf bin, tiştekî bikin.
Digot heger wiha dom bike ezê dev ji serokatiyê berdim. Ez naxwazim bibim serokê Federasyoneke pasîf, karekî neke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar