10 april 2022

Xezala me îsal jî kulîlkên hewşa me li xwe helandin

Xezala ev çend sal in hogirî hewşa me bûye şevê çûnî dîsa hatiye hewşa me, çend tûmê kulîkên serên xwe ji bin axê derxistibûn giş xwarine û çûye.

Ev çend sal in di nav hewqas mal da tê dikeve hewaşa me û çend kulîkên nuh zîl dane, nuh pirçifîne dixwe û dihere.

Wê rojê min li hewşê yek dî, min xwest berdimê, ji hewşê derxînim, xanimê û Rojen nehîştin, gotin aciz neke, bihêle bira ji xwe ra biçêre.


Ê dema meriv hewqasî humanîst û heywan hez be di hewşa meriv da kulîlkek jî namîne.

Bi texmîna min malbateke, her sal zane ewê kînga werin tahma devên xwe xweş bikin.

Kî zane, belkî karikên xwe jî fêr dikin, rê nîşan didin, dibêjin di vê hewşê da qûtê xweş heye.
 
Dora gelek hewşên cîranên me bêsitar in, hewş vekirî ne, hewşa me bi derî ye û dora wê jî baş xerab çîtkirîye, lê dîsa jî xwe di nav daran ra dike û tê. Binê daran firk bûne, xezalek kane xwe di nav ra ke.

Gerek e bextê xwe navêjim, belkî yên cîranên me jî dixwin. Lê ez îşê xwe ji hewşên xelkê naynim, bira neyê hewşa me.
Heger careka din neyê ewê dîsa çêbibin. Hêvî dikim ev cara dawî be, lê ez bawer nakim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE