05 april 2022

Di minaqaşeyan da gerek heqaret tune be !

Bi navê rexnekirinê carnan însan dilê hev dihêlin, gelek tiştên ji hev ra dibêjin. Di minaqaşeyên siyasî da meriv dilê hev nehêle, peyvên ne xweş ji hev ra nebêje baş e.

Bibê nebê însan li ser hin meselan hev rexne dikin. Carnan rexne di cî da ye, carnan ne di cî da ye.

Carnan xwediyê rexneyê bi heq e, carnan neheq e.

Problem carnan bi navê rexneyê heqaret, heta peyvên bêedebî tên kirin.

Baş e dibê meriv çi bike?

Heger rexne ne rast be, jixwe ne rast e, dibê meriv guh nedê, ji nedî ve were.

Heger rexne ne adil be, dibê meriv xwe neqeherîne, yên wê neheqiyê dibînin pir in.

Heger ne rexne, cahilîyek be, dibê meriv pê bikene, bersîvê nedê, meriv xwe bi ber bayê cahilan naxe.

Heger rexne bi heq be, baş e, ji xwe ra dersê jê bigire.

 

XXX

Mêrê kurd dema dizewice diya xwe ji bîr dike, dema zengîn dibe jî, vê carê jina xwe ji bîr dike, çavên xwe li yeka din digerîne.

Hinek kurd ewê îtîraz bikin, ewê bibêjin em ne wiha ne, tu neheqiyê li mêrê kurd dikî.

Rast e, mêrên kurd giş ne wiha ne, lê çavbirçiyên wiha pir in. Lema gelekan dikirin dudu, sisê, çar…

Xwedê kir di van salên dawî da ev adet kêm bûye…

XXX

Serokê belediya Stenbolê Ekrem Îmamogluyê CHPê, Alpaslan Turkeş wek mezinekî tirkan bi hurmet bibîr aniye.

Mêrik CHP ye lê dîsa jî merivekî wek Alpaslan Turkeş bibîr tîne.

Çimkî tirk fikrên wan ne wek hev bin jî, ji partiyên cihê bin jî ji hev hez dikin, ”şerê nabêna wan, berberiya nabêna wan wek şerê dê û dotê ye, çawa be jî yên hev in.

Gelek kurdên fikrên wan, partiyên wan cihê bi çavên neyaran li hev dinêrin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE