Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-04-06
Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê îro jî dom kir. Berî nîvro ez bîstekê
çûm wir. Min soz dabû Dr. Nacî Kutlay û Malmîsanij em li kongerê hevdu bibînin,
ji bo ku kitêbên ji min xwestibûn bidim wan. Me hevdu dît, min kitêb dan wan.
Ji wir hatim mal. Hetanî dawiya kongê nesekinînim.
Bi şev min netîceya kongrê fêm kir. Gotib Federasyon bûbû wek termê bêxwedî, tu kesî xwe nedid aber xebatê. Lê di deqîqeya dawî da wek çivîka li têlê keve, bi zor û zahmetî komîteyek hatiye hilbijartin.
Bi baweriya min komîteya hatiye hilbijartin pir ne baş e, lê ji ya berê baştir e. Berê Federasyon ketibû destê kesên ”çep”. Ez li dijî vê yekê bûm. Federasyon gerek ne rast û çep be, netewî be, Kurdistanî be.
XXX
1987-04-06
Ez bi Nebî Bal ra peyivîm. Ji bo semînera zimanê kurdî di 17ê gulanê da cî girtine. Min xeber da Malmîsanij, Reşo Zîlan û Ferhad Şakelî.
Min Armanc û kovara Mamoste Îsot teslîmî çapxanê kir. Min 1000 kron jî ji heqê Armancê da mêrik.
XXX
1996-04-06
Îro hewa pir xweş e, ez bawer dikim zêdeyî 15 derece germ e. Ez û Abid dundar
ji Skanstullê hetanî Hornstullê meşiyan.
Xanimên swêdî dîsa wek pîvaza tu pel
bi pel qaş bikî xwe dazî kirine û dane ber rojê.
XXX
1999-04-06
*Rojnameya Sabahê gotiye, di sisiyê mehê da li ser daxwza Evdila
Ocalan du dozger(Cevdet Volkan û Talat Salk) çûn ba wî û pê ra hevdîtinek
çêkirin.
Li gor îddîa rojnamê Ocalan gotiye ez poşman im, min efû bikin. Heger hûn
efûyekê derxin û min jî efû bikin, ezê gerîrlayê serê çiyê jî daxim jêr.
*Medîa tirk li ser Ocalan gelek tiştan dibêje, gelek derewan
dike, dikane ev jî derew be. Lê ku ne derew be û rast be pirr xerab e. Ez hêvî
dikim ewê dîsa dereweke bi boçik be.
*Li ser HADEPê teroreke mezin heye, nahêlin bîna xwe
bigirin. Do li Sirûcê li dora 400-500 kesî girtin. Li Stenbolê ji ber ku di
konvoyê da hinekan îşrete zaferê kiribû milet û pûlisan bi hev ra êrîş birin
ser konvoyê, neheqiyeke mezin li wan kirin. Rê li ber mitîngên wan digrin,
nahêlin bi serbestî bigerin û propagandeya xwe bikin.
Roj tuneye bi sedan kesî negrin binçavan. Ev terora li hember wan wiha dom bike
karê wan pirr zahmet e, ewê nikanibin ji milet tu rayan bigrin.
*Di rojnameya Ozgur Politika da Işik Îşcanli xanimê li ser
”devşîrmeyan/heramzadeyan” nivîseke baş nivîsîye. Min li ser vê meselê
nameyeke dirêj jê ra nivîasand û şand ji rojnameya Ozgur Polîtîka ra. Hêvî
dikim çap bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar