06 april 2022

Dibê meriv pêş xwe bibîne

Dibê meriv karê di wextê da bike, karê bi derengî were kirin ya bêfêde ye ya jî fêda wî hindik e.

Dibê meriv bîstanê xwe di wextê da, berî hişk bibe av bide, piştî ku lem hişk bûn tu çiqasî av bidî jî bêfêde ye.

Heger 40-50 sal berê kurd li zimanê xwe xwedî derketana, zarokên xwe bi tirkî mezin nekirana, siyaset bi tirkî nekirana, nebûna nivîskar, rojnamevan û edîbên tirkî, kurdî nuha nediket ber sikratê. Sûcê me ye, di asîmîlasyonê da gelekên me jî alî dijmin kirin.

40-50 sal berê qîmet nedan zimanê xwe, bi milyonan zarokên xwe bi destên xwe asîmlîle kirin, nuha jî dikin ax wax, nizanin çi bikin, kurdî ji mirinê çawa xelas kin.

Karê rast wek berf û barana di mesima xwe da ye.

 

XXX

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy îro xîtabî Neteweyên Yekbûyî kir. Axaftineke pir xweş û bi tesîr kir. Axaftina wî li serserê dinyayê olaneke mezin da.

Zelenskiy got:

”Heger wexta huqûqa navnetewî derbas bûye wê demê em Neteweyên Yekbûyî bigrin. Ma hûn amadene Neteweyên Yekbûyî bigrin?

Heger bersîva we na ye, dibê hûn tavilê têkevin hereketê.

Leşkerên Rûsyayê bi qestî bajarên Ukraynayê wêran dikin, bi top û êrîşên xwe yên hewayî wan bi erdê va dikin ax.

Ewlekariya ku dibê Encûmena Asayîşê garantî bike li ku ye?

Ew ne li vir e. Aştî û garantiya divê NY garantî bike li ku ye?

Em bi dewleteka wiha ra rûbirû ne vetoya xwe di Encûmena Ewlekariyê da wek mafê kuştinê bi kar tîne. Tevahiya pergala ewlehiya gerdûnî xera dike.

 

XXX


Ez naxwazim wek meteorologekî her roj qala sar û serma Stockholmê bikim. Lê bi Xwedê zivistana me bi paş da hat. Ev du roj in berf û serma zivistanê girtiye ser me. Dibêjin berf û serma hata dawiyê heftê ewê dom bik.

Bihar bû derew.

2022-04-05

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE