05 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -83-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-04-05

Îro Kongra Federasyonê(Federasyona Komelên Kurdistanê li Swed/FKKS) li Frîdhemsplanê li salona Kungsholmens gymnasiumê çêbû.
Kongrê saet di 11a da dest pê kir. Gelek kes beşdarî kongerê bûbûn, gelekên wan jî kesên nuh bûn.
Piştî minaqaşeyên dûr dûdirêj û xwendina raporan, nûnerên kevn ciyên xwe dan nûnerên nuh. Piştî vê, nûnerên KOMKARê kongre terikandin.

Çimkî ew li dijî sîstema nuh a komeleyên belediyan bûn, lema jî nebûbûn endamên komleyên komûnan.
Komkar dibêje em nabin endamên komeleyên din, dibê hûn me wek Komkar qebûl bikin. Destûra ma jî viya qebûl nake.
Saet di 17a da ez û Heyder Diljen şeva ÎKP(Partiya Komunîst a Îraqê).
Hevalan li ser navê Komîta Partiyê ya Swêd mesajek dabûn min, min bir da berpirsiyarekî wan.


XXX
1987-04-05

Min îro zarok birin derve hinekî gerandin. Me bi hev ra hinekî lîst. Baş bû kêfa wan hat. Piştî ez hatim malê Nîmet Aydin ji Kurdistan Pressê telefon kir, got were vir. Saet 20.00a da çûm wir, saet 01.30î da ji wir bi rê ketim. Dema gihîştim malê saet sisêyê destê sibê bû.
Ez pir westiyam. Min nivîsên Armancê xwendin û kontrol kirin.
Bi Xwedê ev ne tu hal, em 24 saetan vir da û wê da baz didin. Me rahîştiye kevirekî pir mezin, em nikanin rakin, em di bin da pelixîne. Ne şeva me şev e, ne roja me roj e.   

XXX

1996-04-05

Of yaho! Min rehet kir. Min wergera hevpeyvîna Mûradhan Mûngan qedand. Saet nuha 01.30 şevê ye. Bi destnivîsa min tam 14 rûpel in. Erê werger qediya lê derdê mezin di kompîtorê da nivîsandin û rastkirina wê ye. Ewê jî hinekî wextê bigre. Lê çi be jî ez nuha rehet im, ezê wê jî bi hawakî biqedînim.

XXX
1999-04-05

*Nîhayet min wergera Susanna Tamaro îro qedand. Dema min nuxata dawî danî fena ku giraniya çiyayekî ji ser milê min rabe, min rehet kir.
Çend rûpelên dawî min raste rast di datayê da nenivîsandiye, destnivîs e, dibê nuha ez di kompîtorê da binivîsînim.

*Li hember waliyê Bîngolê çalakiyeke întîxarê hat pêkanîn, lê ev çalakî jî baş negihîş hedefa xwe. Gerîla mir, gelek kes birîndar bûn, lê tiştek bi walî nehat.

*Do jî li Dêrsimê bombeyek bi seet zû bi gerîla de teqiya, gerîla şehîd ket.
Diyar e jê ra çewt eyar kirine. Ev çend kes in bêyî ku bigihîjin hedefa xwe bi vî hawî  şehîd dikevin. Qey kesên nezanin vî karî dikin. Heyf! 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar