04 april 2022

Pisika kone

Pisika malê wer li dû mişko bû. Mişkê feqîr dixwest ji qulikê derkeve, here ji xwe ra li derekê kurtêlek nan bibîne, zikê xwe pê têr bike, lê ji tirsa pisika malê newêrîbû serê xwe ji qulikê derxista.

Pisika malê wek nobedar wer li ber qulika wî bû, mişko çer serê xwe ji qulikê derdixist, pisikê xwe çindî ser dikir, mişko revî-revî paş da diket qulika xwe.

Rojekê dengê ewtîna kûçik çû guhê mişko. Mişko bi kêfxweşî xwe nêzî devê qulikê kir û li deng gudarî kir.

Bala xwe dayê ne şaş e, ”ewt, ewt, ewt”, bi rastî jî dengê kûçik e.

Kêf kir, di dilê xwe da got, şikir, qey xwediyê malê ji xwe ra kûçikek kirî ye. Kûçik ji pisikan hez nakin, dema kûçik li van deran be pisik vir da nayê. Heger were jî kûçikê berdê, ezê jê xelas bibim û rehet herim û werim.

Û hêdîka çû ber devê qulikê, careke din li deng gudarî kir. Baş guh da deng, erê bê ewtîna kûçik dengekî din tune ye.

Kêfxweş bû, hêdî hêdî, bi qeliz çer ji qulikê derket derve, pisikê xwe çindî ser kir, mişko girt û ji çêlikên xwe ra got:

-Zarokno, hûn dibînin zanîna zimanekî xerîb çiqasî bi fêde ye ? Gerek hûn jî zimanê kûçikan fêr bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE