04 april 2022

Qewlê rociyê

Wexta suhorê bû, ji kalê torî pirsîn, gotin:

-Seyda, tu dibê meriv di suhorê da çi bibêje, nêta rociyê çawa bike?

Kalê torî got:

-Dibê berê meriv zikê xwe baş têr bike, dûra jî bibêje, ”ya Rebî, ji te ve eyan e, heger min kanîbû ezê rociya xwe bigrim, na heger min nikanîbû ezê bixum û dûra jî avê di devê xwe werde û rakeve.”

 

Dua nayê bîrê

Kamûran Înan piştî dev ji siyasetê berda dest bi zikir û îbadet û nimêjê kir. Pênc wext nimêja xwe dikir, bûbû sofiyekî temam. Rojekê li ser nimêjê kir nekir tu dua nehat bîrê. Ji mecbûrî silav da û ji xanima xwe Yasemînê ra got:

-Yasemîn, ez dikim nakim tu dua nayê bîra min.

Yasemînê got:

-Kamûran, ez ketime bextê te, tu yê duayek çewt nekî û YÊ li jor jî nekî dijminê me. Jixwe li jêr te dost ji xwe ra nehîştiye., te kurd giş kirine dijminên xwe.

 

Kemîn

Mêrik rocî nedigirt. Hevalên wî bela xwe tê dan, jê pirsîn:

-Te îsal çend roj rocî girt?

Mêrik fikirî, fikirî, got:

-Min hîn negirtiye. Min kemîna xwe daniye, ez li bende me.

 

Veşartin bêfeyde ye

Ji Mistoyê gêj pirsîn, gotin:

-Kuro ji bo çi tu gav û seetê ehmeqiya xwe nîşanî xelkê didî?

Misto hinekî fikirî, got:

-Ma bi veşartinê ewê çi feyde bigihîje min ?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE