Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-04-04
Min û Memo Yetkîn saet ji sisiya çarîk bibuhure(15.15)li bajêr hevdu dît û em
bi hev ra çûn komela me.
Serikê textîloya me şikiyaye, li ba Memo serikekî bi fransizî hebû, me yê ew
biceribanda, hela meriv kane bi serikê fransî kurmancî binivîse ya na. Lê nebû.
XXX
1987-04-04
Piştî ji Uppsalayê vegeriyam bi Ferhad Şakelî ra peyivîm. Got 16ê mehê kaê min heye, wê rojê ez nikanim, heger 17ê mehê be ezê werim.
Min ji Nebî Bal ra got cî ya ji bo 17ê mehê, ya jî ji bo 23ê mehê bigre. Hêvî dikim îcar Reşo û Malmêsanij nebêjin ew roj ji bo me nabe.
XXX
1997-04-04
Îşev dunya û miletê kurd ji marekî kor xelas bûn. Telewîzyona TGRTê saet di 23.00a da xebera mirina Alpaslan Turkeş da. Erê ne xweş e meriv bi mirina dijminê xwe kêfxweş bibe, lê bi mirina faşîstekî, pan-tirkîstekî wek Alpaslan Turkeş meriv xemgîn nabe, kêfxweş dibe.
Mirina wî ne ji bo me kurdan tenê, ji bo tirkan jî baş e, yên wek wî di nav tirkan da çiqasî hindik bin hewqasî baş e.
Irqçî, faşîstên wek Turkeş ji bo civatê pir xerab in. Alpaslan Turkeş di warê fikrî û îdeolojêk da serapê jahrî, kîn û nefret bû, çavkaniya neyartî û jenosîta kurda ye.
Helbet di nav tirkan da Turkeş pir in, bi mirina wî Turkeş naqedin, lê yek jî kêm bibe baş e.
XXX
1999-04-04
*Michael Chyet li ser standartkirina zimanê kurdî li
Federasyona Komeleyên Kurdistanê semînerek da. Tu tiştekî nuh ya jî balkêş
negot. Tenê got divê kurd li hember zaravayên hev bi tolerans bin. Zaravayên
hev li hev qedexe nekin.
Tiştekî balkêş, dema min xêrhatin da wî û xwe pê da naskirin û jê ra got min ji
te ra kitêba xwe “hindik rindik” şandibû.
Min çer wiha got negot, got ma tu û Gulîstan û Şivan ji herêmekê ne ?
Ez bawer dikim ji serê du sê salan û vir da ye ev cara pêşî
ye ez diçim federasyonê.
*Tirk hîn jî nahêlin meriv li kanala CTV mêze bike, dema dor
tê ser nûçeyan xera dikin.
Min bîstekê bi Keya Îzol ra sohbet kir. Got min jî bersîva
Mihemed Ûzûn daye Mûrad Ciwan xwendiye.
Lê tiştê înteresant got Mûrad neheq e û Mihemed bi wê bersîva xwe baş kiriye.
Ez matmayî mam, min digot belkî bibêje Mihemed neheqî kiriye. Lême zêde dirêj
nekir.
Dewleta Tirk ji do da ye li hember kampên PKKê yên li
Kurdistana Başûr dîsa dest bi êrîşeke mezin kirine. Êrîşa wan ya vê carê pirr
ciddî ye, ewê bixwazin derbeke mezin li gerîlla xin. Ku tirk di vî
warî da jî bi serkevin pir xerab e. Moralê milet ewê pir xera bibe.
1996-04-04
Min îşev jî ji hevpeyvîna Mûradhan Mûngan hinek weregerand.
Hindik maye. Ev beş ji beşê pêşî çêtir e, ziman jî li gorî beşê pêşî xweştir û
rasttir e.
Axaftin wiha ye, carnan baş dibe, carnan ne baş dibe. Dema neyê rastkirin wiha
ye, dibê berî çapê wî bixwenda û rast bikira.
Lê di hevpeyvînê da ev nabe, rojnamevan bi te ra dipeyive û dihere.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar