21 maj 2021

Wek kurdekî ez jî piştgiriya vê pêşniyarê dikim

Dogû Perînçekê pantirkîst gotiye dibê êdî em li ser derketina Tirkiyê ji NATOyê bipeyivin.

Wê rojê Devlet Bahçelî jî eynî tişt got, wî jî got dibê Tirkiye ji NATOyê derkeve û binkeyên NATO yên li Tirkiyê giş werin girtin.

Ez jî bi ruh û can piştgiriya vê fikrê dikim. Serê salan e ez jî eynî tiştî dibêjim.

Bi baweriya min jî dibê Tirkiye di nav vê qulûba leşkerî ya ”gawiran” da nemîne. Jixwe endamên Nato, ji Amerîkayê bigire, hetanî bi Fransayê û Almanyayê giş neyarên tirkan e.

Çi îşê Tirkiyê di nav vê koma ”gawiran” û neyarên tirkan da heye ?
Ma yên Împeratoriya Osmanî perçe kirin ne ev dewletên ewrûpî bûn?
Tirkan çi zû ev yek ji bîr kirin?

Meriv çawa dibe endamê rêxistineke neyarên bav û kalên xwe ez qet fêm nakim?

Tirkiye welatekî misilman e, heta nuha çend caran bi van dewletên gawir ra şer kiriye. Dibê tirk vê tarîxa xwe ji bîr nekin û dev ji havaltiya wan berdin.

Tirkiye di warê leşkerî, aborî, teknîk, ilim da êdî welatekî dinyayê yê herî xurt e, êdî wek berê ne motajî alîkariya Amerîka û welatên Xerbê ye.

Lema jî dibê Tirkiye tavilê ji NATOyê derkeve, bingehên Natoyê gişan bigire û bibe serok û mezinê welatên misilman û cîhana îslamî.

Ji welatên misilman ra serokekî wek Erdogan lazim e, welatekî wek Tirkiyê dibê ne di nav NATOya gawiran da, di nav welatên misilman da be, serokatîya wan bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE