22 maj 2021

Dibê meriv hewqasî rehet bi zimên nelîze

Kurd peyvên nuh pir rehet çê dikin û zû jî qebûl dikin. Ji van peyvan yek jî peyva, gotina ”pîşe” ye. Sinet, mesleg, zanaat kirine ”pîşe” !
Ji sinet, mesleg ra dibêjin "pîşe", ji sinetkar ra jî dibêjin "pîşekar."
Di çêkirina peyvan da medyaya kurdî, bi taybetî jî medyaya başûr a kurmancî roleke pir xerab dilîzin. Gotinên pir ecêb bi kar tînin û madê meriv ji kurmancî digerînnin.

Koka ”pîşe” yê çi ye, ji ku tê ez nizanim. Di kilaman da, di kilasîkan da di maneya meseleg, sinet da ez rastî peyva ”pîşe” nehatime. Di nava xelkê da jî min ne dîtiye, nej î bihîstiye kes ji sinet, mesleg ra bibêje ”pîşe”.

Min nedîtiye kesî gotiye filankeso ”pîşeyê wî terzîtî, berberî, necarî ye.”

Min nedîtiye kes ji sinetkarekî ra bibêje, "pîşeyê te çi ye?"

Sinetkar kirine "pîşekar".

Di kurmancî da pîşik heye, dibêjin filan kes bavê pîşikê xerab e. Lê ne di maneya meslek, sinet da ye, di maneya fikrê xerab, karê xerab da ye. Ew jî ne pîşe ye, pîşik e.

Dibê meriv hewqasî rehet û bêmesûêlîyet bi zimên nelîze, xerakirin rehet, çêkirin zor e.

Hacî Demir: 
Silav mamosta.

Belê di zaravayê Soranî de pir tê bikar anîn.
Her wisa Melayê Cizîrî peyva pîşe di dîwana xwe de bikar anîye, dibe ku hûn li rastê ne hatibin.
Mehrûyan kemtir wefaye
pîşeê wan xenc û naze
senetê aşiq nîyaze

 Zinarê Xamo: Di vir da maneya pîşe ne senet e, îş e, kar e. Yanî karê wan naz û nazîtî ye. Senetê kesê aşiq jî nîyaz e. Di vir da Melayê Cizîrî herdu peyv di du maneyên cihê da bi kar anîye.

Ya din, wek min gotiye dema em bibêjin senet, sinet ne şaş e, her kes fêm dike. Tiştê em dinivîsin însan çiqasî rehet fêm bikin baştir e. Senet jî êdî malê ferheng û zimanê kurdî ye.

Hacî Demir: 
Spas mamosta.
Raste ew peyvên bi sedên sala ketin di nav zimanê Kurdî de û Kurd bikar tînin û her kes wateya wê fêm dike, ji kîjan zimanî bin ne merce, êdî ew peyv jî wekî peyvên Kurdî cihê xwe di nav zimanê Kurdî de girtine. Bawer bike gelek peyvên nûh çê kirî hem bê wate ne û hem jî ziman ji koka ziman dûr dixe.


XXX

 Hezkirina ji heywîn reva ji însên e. Gava însan ji însanên jê hez bike nebîne, bala xwe, hezkirina xwe dide heywîn. Çimkî heywan ji însên sadiqrir in.

XXX

-Li her dera av lê heye beq lê tunene, lê li her dera dengê beqa jê were av lê heye.

Goethe

Rast e, yê li beqa bigere dibê bi avê nexape.

 

XXX

Li Tirkiyê ev demeke şerê di nabêna çete û mafîyayên dewletê da gurr bûye.

Sicîla Tirkiyê di warê mafîa û çeteyan da pir xerab e. Çete û mafîayên tirk giş faşîst in û di bin kontrol û îdareya dewletê da ne. Dewletê çeteyên mafîayê tim xwedî kirine û dema hewce bûye ew li hemberî kurdan, êrmenîyan, rûman û yahûdiyan bi kar anîne.

Yanî ji berê da ye dewleta tirk û mafîa wek goşt û nenûkê ne, ji hev naqetin.

Tiştê hinekî nuh, Erdogan ev têkiliyên dewletê û mafîayê zêde eşkere kir. Mêrik nîşan da çeteyê herî mezin dewlet bi xwe ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE