21 maj 2021

Şêwra ker û kûçik

Rojekê ker û kûçik gihîştin hev, dest pê kirin, li hal û hewalê hev pirsîn, derd û kulên xwe ji hev ra gotin.
Ker got:
-Birakê kûçik, ma xwedîyê te ji te ra çawa ye, zikê te baş têr dike, têr nake?
Kûçik got:
-Ma xwedîyê te merivekî çawa ye, qedrê te zane ya nizane?

Ker keserek kûr kişan, got:

-Birakê kûçik, wele bi vê milahîmiya xwe min mala xwe xera kir. Kar û barê însan bi min dikin, barên bi min dikşînin, li min siwar dibin ne bes e, di ser da jî navê min kirin ker, yanî ehmeqê dinê, ez dikim nakim, ez nikanim ji vî navî xelas bibim.

Îcar ji min tenê ra jî nabêjin ker, ji hev ra jî dibêjin, bi navê min heqaretê li hev dikin. Tu rastîyê dixwazî navê xwe li min kirin, lê nikanim bi wan.

Kûçik got:

-Bira, wele derdê min ji yê te pir girantir e. Bawer bike eynî tişt anîn serê min jî. Ev însan mexlûqekî ecêb e, ji nav û nîçokan pir hez dikin. Kesî bênav nahêlin. Navên xwe li me kirine. Berê navê min seg bû, rabûn herfa ”g” rakirin, navê min se. Ez çiqasî li dij derketim, min got bi navê min nelîzin, ez çiqasî ewtîyam jî pere nekir, rabûn kûçik jî lê zêde kirin. Nuha navê min him kûçik e, seg e û him jî se ye. Îcar bi vê kûçiktiya xwe jî ez nikanim ji heqê însên derkevim. Ne ez, ne tu, em nikanin bi însên, însan mexlûqekî pir zalim e, ancax ew kanibin bi hev…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE