20 maj 2021

Nûnera NY Plasschaert: Heger hûn yekîtiya xwe çênekin otonomîya we di talûkê da ye

Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, li Hewlêrê di konferansa "Yekrêzî û Destûrê" da ji nûnerên kurdan ra gotiye, yekîtiya xwe çêkin, hêzên xwe bikin yek.
Heger hûn viya nekin, heger hûn wiha du perçe û çend çerçeyî bimînin otonomîya we jî dikeve talûkê.

“Wisa bawer nekin ev otonomî ewê heta hetayî bimîne. Ji ber wê jî yekîtiya we garantiya mana vê statuyê ye.”

Ev texmîn ne keşfeke nuh e, ez her tim viya dibêjim. Gelek kurdên welatparêz, serxwebûnaxwaz her tim viya dibêjin.

Roja Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê dev ji parastina kurdan berdin, kurd nikanin xwe biparêzin, di nava mehekê da ereb, faris û tirk ewê hukûmeta Kurdistanê bixînin û wek sala 1990î kurdan dîsa bi çolan xin.

Plasschaert xanimê pir eşkere gotiye:
”Nuha bijardeyek li ber destê Herêma Kurdistanê heye; ya yekîtî ya jî şikestina di yekrêziyê da. Û bi vê yekê ra jî ewê tevahiya tiştên îro di destê we da hene têkevin talûkê.”

Heger partî û serokên Kurdistana başûr guh nedin Amerîkayê, Fransayê, Neteweyên Yekbûyî û hemû dostên xwe, ewê statuya xwe ya îro heye wenda bikin, nabe ev duserîtî heta û heta dom bike.

Heta nuha guh nedan dost û xêrxwazên xwe, hêvî dikim vê carê guh bidinê û di demeke pir kin da her tiştên xwe bikin yek, bibin xwedî hukûmeteke netewî, hêzeke leşkerî ya netewî û aborîyeke netewî.
Heger viya nekin, dizî û talana xwe bidomînin, dev ji hevalbendiya dijminên xwe bernedin pêşiya wan felaket e…
Nûnera Neteweyên Yekbûyî jî ev yek eşkere gotiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE