19 maj 2021

Gelo mimkûn e dîndarên tirk jî tiştekî wiha bikin ?


Hin dîndarên yahûdî ala filistîn dane destê xwe û bi filistîniyan ra dewleta xwe protesto dikin.

Ji çep û dîndarên yahûdî kesên piştgiriya filistîniyan dikin pir in, bi hezaran in. Û di her meş û protestoyên filistîniyan da hene.

Gelo mimkûn e çep û dîndarên tirk jî rahîjin ala Kurdistanê û bi kurdan ra dewleta xwe, zulma dewleta xwe protesto bikin?

Çep û dîndarên tirk jî bi qasî dewlet û faşîstên tirk li dijî azadîdiya kurdan û ala Kurdistanê ne.

Qelîteya miletan di bûyerên wiha da derdikeve ortê !

 

XXX

 

Dewlet Bahçeliyê şirîkê hukûmeta Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”Em herin têkevin Qudsê, em herin heta dera em kanin herinê, em ji NATOyê derkevin, Kurecîgê jî, Încîrligê jî vala bikin.”

Hêvî dikim hûn tiştekî wiha bikin. Heger NATO û Rojava ne li pişta we bûna ji zû da Kurdistan çê bûbû. Tirkiye bi xêra piştgiriya NATOyê û Rojava heta nuha li ser niga maye.

Lê dawiya xapandinê hatiye, êdî NATO jî zane hûn ne mitefikê wê ne.

Tirkan fêm kiriye Amerêka dev ji piştgiriya kurdan bernade, lema jî tirk van fortan didin xwe.

Heger li Kurdistana Rojava û Başûr kurd bi xwe alîkariya Amerîkayê red nekin, nekevin himêza Tirkan, Amerîka ewê terka kurdan neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE