19 maj 2021

Ev çendake tiştên esrarengîz tên serê bloga min

Ev çend roj in hin tiştên pir xerîb û esrarengîz tên serê bloga min hindik-rindik.

Berê Bloggspotê 9 nivîsên min ji bloga min avêtin. Bi xêra alîkariya Bedel Boselî û keftelefta min a du-sê rojan, min hew bala xwe dayê nivêsên min paş da hatine. Bedel got robot bi şaşî rakirine. Min nizanîbû robot nivîsan kontrol dikin.

Lê vê carê jî zimanê bloga min bûye tirkî. Zimanê bloga min swêdî bû, min neguherand, lê bi rengekî xeybana, zimanê blogê bûye tirkî.

Agahiyên binê her nivîsa bûye tirkî. Him jî yên nivîsên min hemûyan, agahiyên binê nivîsên 14 sal berê jî bûne tirkî.

Çima wiha bû, ezê çawa ji tirkî xelas bibim, ez nizanim.
Di binê her nivîsê da ev agahiya bi tirkî heye:

”Gönderen Zinarê Xamo
zaman: 20:44
Etiketler:

Ji şansê min ê xerab ra admînê min Omer Faruk Baran hinekî nerehet e, nikane lê binêre.

Hevalekî din heye, ew jî carnan tê hawara min. Camêr gelkî pê da ket, lê çareser nebû. Got, zimanê blogê swêdî ye, swêdî hatiye îşaretkirin, lê dîsa jî tirkî xuya dike.

Mar ji pûngê aciz e, pûng tim li ber qulika mar hişin tê. Ez ji tirkî aciz im, tirkî bûye zimanê bloga min, bûye qîr û di min geriya ye, ez dikim nakim, ez ji vê qîra pîs pak nabim.

2 kommentarer:

  1. Mamosta can baş e, madem tu evqas zimanhez û neteweyî yî çima zimanê Bloga te bi tirkî ye?

    SvaraRadera
  2. Zimanê bloga min tu carî nebûye tirkî. Destpêkê bi swêdî bû. Dûra çawa kurdî çê bû, min kir kurdî. Çend salan wisa ma. Lê min ji hin termên kurdî fêm nedikir, lema min dîsa kir swêdî.
    Ev sê(3)roj in, yanî piştî wê problema min ji te ra qal kir, ziman bû tirkî. Çima wiha bû ez nizanim.
    Yanî mesela tirkî piştî wê gelşê çê bû. Ev 14 sal in min rêzek jî bi tirkî nenivîsîye û komentarên tirkî qebûl nekiriye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE