19 maj 2021

Bûka hewşê xwe xemilad !

 


Bûka hewşa me, dara giryazê(gêlazê)kerasê xwe yê sipî-boz bera ser bejna xwe daye, ji temaşekirinê meriv têr nabe.

Dara sêvê hîn tam venekiriye, kulîlkên wê yên sor-sipî jî pir xweşik û nazenîn in.

Dar, dema kulîlka vedikin û dema mêwe digrin xweş in, meriv dixwaze lê temaşe bike.


Havîn xweş e, hewş hişin dibe, gul û dar dixemilin, lê kar jî pir dibe. Me gelek kulîk kirîn, lê çandin û bi cîkirina wan ne karekî rehet e. Ev çend roj in em pê da ketine.


Min îro çû du
 guldankên(kulîlkdankênk)mezin û dirêj kirî, emê li ber pacê bi darda kin.

Îro hewa pir xweş bû, min got fersend ev fersend e, min gîha hewşê çinî. Lê ne bi dahsê ya jî qirimê, bi makînê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE