18 maj 2021

Derîyê bihuştê

Li Îranê di meha remezanê da hêzên dewletê yekî kirmanşanî ji ber ku li derve cixare kişandiye digrin.

Him bi xwe lê dixin, him jî ji xelkê dixwazin ew jî werin lê xin. Çimkî lêxistina wan xêr e, ewê bibe wesîleya ew herin bihuştê.

Pantorê wî jê dikin û bi daran bi qûna mêrik dikevin. Piştî lêxistina xwe diqedînin, wî berdidin. Mêrik berî pantorê xwe li xwe ke, ji xelkê li dora xwe ra dibêje:

-Heger kesekî din ê dixwaze here bihuştê tunebe, ezê derîyê bihuştê bigrim.

 

Matmayîn

Yekî dîn di ber dibistanekê ra derbas bû. Dema li hewşa dibistanê çavê wî bi koma zarokan ket, matmayî ma, got:

-Hahooo, çiqas zarokên vê malikê hene ! Mirîşk jî nikane hewqas çêlik derxe…

 

Rezîl

Li Îranê di hilbijartinên serokkomariyê da, hin alîgir û berendam di propagandayê da digotin:

-Ewên dengê xwe nedin filan partîyê û filan namzetî ji filan xelîfeyî jî rezîltir in.

Yên li hember wan jî digotin:

-Na wele, esas ewên dengê xwe bidin wan ji filan xelîfeyî rezîltir in.

Kurdekî li wan guhdarî dikir, gotiye:

-Xelîfeyê hêja, heya vira bes, êdî ez jî te naparêzim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE