18 maj 2021

Mezin reqisîn, biçûk hewisîn

Xeta xwar ji gayê pîr da ye.

Mezin reqisî, biçûk hewisî.

Mezinên me, serokên me bi pîşikên xwe yên xerab biçûk jî, gelek kurd jî wek xwe reqisandin, kirin pepûk û pêkenînên ber destên neyaran. 

Di tarîxa me ya nêz da li her çar perçên Kurdistanê ev cara pêşî ye serokên kurdan hewqasî bêkêr û xerab in.

Li her çar perçên Kurdistanê jî serokên berê ji evên îro pir û pir jêhatîtir, baştir û netewîtir bûn. Serokên kurdan yên îro ji bo miletê kurd bêşansiyeke mezin e, bi van serokan kurd nikanin tiştekî bi ser avê xin.

Di tarîxa kurdan da dinyayê, dewletên mezin tu carî hewqasî alîkariya kurdan nekirine. Amerîka, Fransa, Yekîtiya Ewrûpayê û gelek welatên din alîkariyeke mezin didin kurdên başûr û rojava, lê dîsa jî li başûr nebûn dewlet û li rojava jî yekîtiyeke netewî tuneye.

 XXX

Xortekî ji Kurdistana Rojhilat li Hewlêrê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî xwe şewitand.Xwedêgiravî Erbîl sitareke kurda ye, erdekî miletê kurd ê azadbûyîye. Lê kurd li wir jî ji bêçaretiyê û bêkesiyê xwe dişewitînin.

Namerdên li hindê, yên fîlm girtine lê temaşe kirine, midaxele nekirine. Ew jî qatil in

 XXX

Roja danê êvarê daye hewşê. Min û xanimê, me xwe daye ber rojê, em carnan davêjin ji ber hev da..

Tîna roja danê êvarê pir xweş e.

Dar û kulîlkên hewşê ketine kulîlkan, çarhawêlî me hişin dike. Dara giryazê kulîlkên sipî vekirine, lê hîn ne bi temamî, 3-4 rojên din ewê kerasekî sipîboz berde ser bejna xwe .

Me qahwa swêdî vexwar, lê dilê min rehet nekir, kurmê min pê neşikiya.

Ez dikim rabim fîncanek qahwa kurdî çê bikim û dîsa xwe bidim ber rojê, heta roj dihere ava.

 2021-05-17


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE