18 maj 2021

Nesîhet

Jininikê çend quriş xist destê gedê li kuçê pars dikir, dûra jî bi dilşewatî jê ra got:

-Lawê min, çima tu naçî dibistanê tu vê derê parsê dikî?

Gedê parsek got:

-Xaltî, ez çûm wir jî, li wir kesî qurişek jî neda. Vira dîsa baştir e.


Dua alîkariyê


Serokê Tirkiyê Erdogan di dawiya axaftina xwe ya cejnê da gotibû: ”Xwedê alîkarê me be !”

Kurdekî jî gotiye:

-Ma Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa, Rûsya tê ra te nakin lo ? Bira Xwedê jî para me be ! Bira Xwedê jî alîkarê me be !

 

Seferî

Mêrik rojeke remezanê bêrocî bû, tiştek dixwar. Zebtîyeyên paşê ew girtin, birin ba qadî. Qadî bi hêrs jê ra got:

-Tu çima rociya xwe dixwî, ma tu şerm nakî?

Mêrik got:

-Ez seferî me.

Ji zeptîyan yekî got:

-Qadî beg, derewa dike, ne seferî ye, ez wî nas dikim, ev 40 sal e li vir dimîne.

Mêrik got:

-Ê law zirzop, ma min sened daye te ezê heta mirinê bi derekê da nerim? Heta nuha neçûm, nuha dikim herim.

 Zavayê çikûz

Xort yekî pir çikûz(tima)bû. Destê wî li pera nedigerîya. Ji ber çikûziya xwe, her tim xwe mihûz dihîşt. Zewicî, bi tenê çû meha şabûnê, meha hingivîn, bûk bi xwe ra nebir. Got:

-Em herdu herin ewê pêşek pere here û jixwe mesrefa zêde jî heram e.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE