17 maj 2021

Muştaq Ehmed Kerîmê li Mêrsînê tirkan ew nîvkuştî kirin xwe tam rezîl kiriye


Di 13ê mehê da 3 kesên tirk li nêzî Anamûrê êrîşî malbeteke hewlêrî kirin û kurdekî bi navê 
Muştaq Ehmed Kerîm giran birîndar kirin.

Gava bûyer di medyaya sosyal hat bihîstin, di 14ê mehê da serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi heyetekê ra çûn Anamûrê ji bo ku di warê huqûqî da alîkariya malbatê bikin, doza wan taqîb bikin, abûqatiya wan bikin. Yanî wek kurd li wan xwedî derkevin, wan bi tenê nehêlin.

Min li konferansa serokê Baroya Amedê Nahît Eren guhdarî kir.
Lê li hemberî tiştê min ji devê abûqat Nahît Eren bihîst, tiştê kesê birîndar anîye serê heyeta Baroya Amedê, ji şerma ez ketim binê erdê, ez şok bûm.

Kesê birîndar(Muştaq Ehmed Kerîm) berê wekaleta xwe daye abûqatên Baroya Amedê, lê dûra red kiriye, gotiye em we naxwazin. Abûqatên kurd qebûl nekiriye, jê ra abûqatekî tirk anîne û ser meselê girtine, li gorî dilê xwe li hev ragirtine. Yanî nexwestine aliyê nîjadperestî, neyartiya kurdan derkeve pêş. 

Bi bihîstina bûyerê ra heyet diçe nexweşxanê, wekaletnameya malbatê digrin û dibin abûqatên malbatê.

Lê dûra emnîyet û dozager ji serokê Baroya Amedê ra dibêjin, malbat abûqatiya wan red dike, ji Mêrsînê ewê abûqatekî din were bibe wekîlê wan.

Nahît Eren, dixwaze Muştaq Ehmed Kerîm were li ruyê wan vê yekê bibêje.
Muştaq Ehmed Kerîm tê ji heyeta Baroya Amedê ra dibêje erê rast e, ez naxwazim hûn me biparêzin, em abûqatiya we naxwazin.

Êdî tiştekî ew bikin tuneye, ew jî zebtekê digrin û vedigerin Amadê.

Yanî abûqatên ji Diyarbekrê bi berpirsiyarî û bi şiûrekî netewî çûne Anamûrê ji bo ku alîkariya wan bikin, wan biparêzin, malbatê ew red kirine, gotine herin em abûqatiya we naxwazin.

Bêşexsîytiyeke, namerdiyeke ji viya mezintir çê nabe. Însan çawa kane hewqasî pîs be ?
Rûreşiyeke ji viya mezintir tuneye.
Du sê abûqar lêxin ji Diyarbekrê werin hawara meriv û meriv bibêje na ez te qebûl nakim, bira yekî tirk were !
Rezaletîyeke ji viya mezintir nabe.
Lê ez bawer naikim Muşteq Ehmed Kerîm viya tenê ji ber tirsê kiribe, miheqeq hin kurdên ew mecbûrî vê rûreşiyê kirin hene.

Muşteq Ehemd Kerîm, ji dêlî ku zextên tirkan red bike, teslîmî tirkan bûye û kumê bênamûsiyê daye serê xwe, kesên çûna hawara wan red kiriye.

Diyar e wî ew lêdan heq kiribû, tirka tam heqê wî dane,
Merivekî hewqasî rezîl, bêşexsîyet ne layiqî wê fedekariya abûqatên çûn hawara wî. Lê wan wezîfa xwe kirin, ez wan pîroz dikim.
Tiştê waliyê Hewlêrê di civîba çapeniyê da li ser bûyerê gotin ji şêla Muşteq Ehmed Kerîm ne baştir e, gelkî xerabtir e; Tirkiye, konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê, emnîyeta tirk, medyaya tirk, berpirsiyarên tirk bi ezmanan xist, yeko yeko sipasî wan kir. Lê bi yek gotinê jî ne qala abûqatên Baroya Amedê kir, ne jî sipasî wan kir. Meriv şerm dike. Vana tam bûne xulamên tirkan, pir bêşexsîyet bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE