17 maj 2021

Mirin û merivê fêlbaz

Dibêjin rojekê mirin derket hemberî mêrik, jê ra got:

-Îro roja te ya dawî ye. Zû bide dû min, emê herin.
Mêrik ne li bende tiştekî wiha bû, matmayî ma, got:
-Ez ne li bende mirineke hewqasî zû bûm. Lema jî ez hîn ne hazir im.
Mirinê got:-Di lîsteya min a îro da navê te di rêza pêşî da ye. Dibê ez te bibim...
Mêrik got:
-Baş e. Wê demê berî em herin, were em bîstekê rûnin, bi hev ra qahweyekê vexwin, dûra herin.
Mirin hinekî fikirî, got:
-Ser çava, kerem bike.
Mêrik rabû qahwe îkramî mirinê kir. Hebeke xewê avêt ji nav qahweya xewê da.
Mirinê çer qahwe vexwar tavilê di xewra çû, ket xeweke bibinî.
Mêrik rabû lîsteya mirinê girt, navê xwe ji rêza pêşî xera kir, li rêza herî dawî nivîsî.
Bîstek derbas bû, mirin ji xewê şiyar bû û ji mêrik ra got:
-Te xwe aciz nekir. Tu hêrs nebû. Tu bi min da nexeydî. Te li hemberî min pir bi dilovanî hereket kir. Li hemberî vê camêrî û dilovanîya te, ezê jî îro ji dawiya lîsteyê dest pê bikim…
Xwezî ev aqûbet her tim bibûya ya hîlebaz û fêlbazan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE