24 maj 2021

Tansîyona siyasî bilind bûye

Ev du sê roj in hin kurd, hin nas û dost bi canê hev ketine, bi hêrs hev rexne dikin, dikin hev bixun.

Şexs, partî, rojnamevan gotinên giran ji hev ra dibêjin, hev û du bi tiştên giran îtham dikin.

Hin nas û dostên hev, kesên serxwebûnxwaz gilî û gazinên cidî ji hev dikin. Hêvî dikim gotinên bûne sebebê minaqeşeyê nebin sebebê dilmayinê.
Di nabêna kurdan da minaqaşeyên siyasî û şexsî tu carî hewqasî gurr û geş nebûye.
Wek pêşiyên me gotine, Xwedê bi xêrê bigerîne, Xwedê avekê li vî agirî ke.

Li alî din bi vîdeoyên Sedat Peker ra Tirkiye jî li bin guhê hev ketiye, tansîyona siyasî pir bilind bûye, îktîdar, medya bûye hêlkan, hezar û yek terorî û sipeklasîyon li binê guhê hev dikevin.
Sedat Pekerê wek çeteyekî mafîa, faşîst û ji îktîdarê çend qetil û sûcên dewletê eşkere kir, got dewletê însan dane kuştin, tîcareta eronî dike.
Yanî hin çeteteyên îktîdarê li hemberî hin çeteyên li ser hukim serî hildane, di nabêna wan da şerekî pir mezin dest pê kiriye.
Ev şer ewê het aku here, li ku biqede, serê kê ewê di vî şerî da here hîn ne diyar e.
Lê tiştê xuya dike vîdeoyên Sedat Peker ewê bibe sebebê hin bûyerên mezin.
Belkî hin çeteyên mezin yên wek Mehmet Agar ji mecbûrî werin girtin.
Erdogan hîn bêdeng e, çi hazir dike, plana wî çi ye, ewê çawa xwe û çeteyên dora xwe biparêze ne diyar e. Heta jê were ewê nehêle dîwar hulşe, çimkî gava dîwar hulşe berî her kesî ewê di binî da bimîne; serokê herî mezin ew e, oqê herî mezin wî xwariye, sûcê herî mezin wî kiriye.
Hêvî dikim agirê li Tirkiyê vêketiye venemire, gurrtir bibe, yê me jî zû vemire, berfire nebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE