24 maj 2021

40 salîya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê pîroz be !

 


40 sal berê, di 22ê gulana 1981ê da 6 komeleyên kurdên Swêd destên xwe dan hev û bi hev ra Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ava kirin.

Ji bo ku ez jî yek ji avakarên vê organîzasyona kurd a netewî bûm û min di her organa wê da wezîfe girt û xebitîm, ez pir serbilind û bextewar im.

Çarpel Medya
li ser 40 saliya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi çar serokên federasyonê û bi rojnamevan, nivîskar û kedkarê federasyonê yê salan Medenî Marsîl ra programek taybet çêkiriye.


Ji bo ku Çarpel Medya bîra vî karê  hêja û muhîm biriye ez sipasî berpisiyarên wê dikim, mala wan ava be, pir kêfxweû bûm.
Karekî pir baş kirine. Di jiyana rêxistinî, komelatîyê da 40 berdewamî û îstîkrara bênabên ne tiştekî hindik e, bi taybetî jî ji bo me kurdan numûneyeke pir îstîsna ye.

Ev 40 sal e kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê di nav vê komelaya Kurdistanî da ji bo kurd û Kurdistanê bi hev ra dixebitin, ji gelê xwe ra gelek xebatên hêja kirine, nehîştine ev rêxsitn belav bibe.

Ev yek ji bo dîaspora kurd a li Swêd serkeftin û serbilindiyeke pir mezin e.

Lema jî dibê nifşên nuh haya wan ji vê xebat û serpêhatiya dîaspora kurd a li Swêd hebe, wê nas bikin, li ser vê tecrûbeya kurdên Swêd lêkolînan bikin, jê ders û feydeyê bigrin.

Ji bo ku wek şexs min jî di avakirina federasyonê da cî girt, li gorî zanîn û hêza xwe di hemû organên wê da bi salan xebitîm, carê bûm serokê wê, bûm berpirsiyar û nivîskarê kovara wê Berbangê pir kêfxweş û serbilind im.
40 salîya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê pîroz be!
Sipasiyek ji dil ji bo her kesê bi ked û xebata xwe di avakirina vê rêxistina netewî da cî girtin, di nav da xebitîn û hetanî îro dan jiyandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE