25 maj 2021

Rûvî berê nediçû qulikê hejikek jî bi dêla xwe ve girê da

 



Go rûvî berê nediçû qulikê, rabû hejikek jî bi dêla xwe ve girê da. Yanî tew xerabtir kir.

Di vî umrî da her roj 7-8 km, nêzî du saet meş ne bes e, min rabû darikekî meşê yê bi pompe jî ji xwe ra kirî, li serê xwe kir bela.

Bêxwedî di risim da pir xweşik xuya dikir, dilê min bijiyayê. Ez merivekî dilzîzî, dilbijok im, gava dilê min têkeve tiştekî, heger di hukmê min da be dikirim.


Ez serê we neêşînim, ez ji w era çîroka darikê xwe bibêjim.
Çendakî berê ez rastî pîreka hevala xwe ya kar hatim. Di dema gerê da carnan em rastî hev tên. Ew jî li taxa me dimîne.

Darikekî bi pompe di desta da bû, pê dimeşiya. Min hinekî bala xwe dayê, got meşa bi darikê bi pompe pir baş e, masûlkên meriv gişan dixe hereketê û gelek feydeyên din li dû hev rêz kirin.

Di netê da jî min bala xwe dayê, gelkî xweşik xuya dikir. Wan jî qala fêdeyên baş dikmir.

Min got wê demê ezê jî ji xwe ra yekî bikirim.
Xanim û lawikê me li dij derketin, gotin meşa bi viya zahmet e, meriv diwestîne, min guh neda wan.

Min xwest lawikê me ji min ra temî bike, ya jî here bikire. Nekirî, çend hefta tim serî li min gerand.

Mehek berê, rojekê min bi telefonê temî kir û roja din darikê min anîn malê, teslîmî min kirin.

Ji wê rojê da ez her roj pê dimeşim. Baş e, lê meşa pê zor e, meriv bênabên destê xwe dibe û tîne, meriv diwestîne.

Hin rojan ez dixwazim nedim destê xwe, lê ji tirsa xanimê û lawikê me yê biçûk newêrim negrim.

Roja nadim destê xwe, dibêjin, ”çima tu pê nameşî? Te 100 dolaê xwer tê daye, dibê tu bi kar bînî, pê bimeşe…”

Ji bo ku devê wan bigrim, zimanê wan li ser xwe dirêj nekim, ez jî her roj didim destê xwe û pê dimeşim. Lê gava têm mal ji hal da dikevim, ew jî heye. Lê nadim der, kesî bi halê xwe nahesînim…

Yanî mesela min bû mesela rûvî, meş ne bes bû, min ev darikê bi pompe jî li serê xwe kir bela, bû qembûrê ser qembûr.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE