26 maj 2021

Derdê qerêş, av here ser êş

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî wek Devlet Bahçelî li Suleyman Soylu xwedî derketiye, gotiye heta sala 2023a ewê bi hev ra bin.

Jixwe şêleke eksî vê ne mimkûn e, Erdogan, Soylu bi tenê nahêle, nahêle kes toqê têxe hustuyê wî.

Heta Suleyman Soylu bi Erdogan ra bêbexiyê neke ewê emirber û toltajîyê Erdogan be û wer li ber deriyê wî be.

Çimkî Erdgoan bi Soylu gelek sûc dane kirin. Heger bihêle hinek toqê têxin hustuyê Suleyman Soylu, gelek sûcdar û çeteyên din ewê têkevin panîkê û ji dora Erdogan birevin.

Suleyman Soylu xulamekî Erdogan yê pir sadiq e, toltajî ye, Erdogan kane her sûcî pê bide kirin. Derdê qerêş, av here ser êş, Erdogan kane her karê xwe bi Soylu bide kirin. 

Mafya merivê xwe yê sadiq, paşmêrê xwe tu carî bi tenê û bêpişt nahêle.

Ev yek rajona mafya ye. Mafya tu carî qebûl nake hinekên din toqê têxin hustuyê zilamê wan. Lema jî Erdogan wek şûrê Şamê ewê tim li pişta Suleyman Soylu be. 

Çavê şeliqî ji yê kor çêtir e, Soylu çavê şeliqî ye, lê ji Erdogan ra ji çavê kor çêtir e. 


XXX

Mezin û berpirsiyarên Tirkiyê merivên pir bêar in, çi rezaleta wan derdikeve jî şerm nakin, dîsa jî pesnê xwe didin.

Beroşê pesnê xwe daye, gotiye, "binê min zêrîn e", heskê gotiye, "le ez ji ku têm ?"

Hûn çi derewê bikin, çi fortê bidin xwe jî em zanin hûn çi cete û çi diz in.

 

XXX

Sedat Pekerê mafîa wê rojê gef li wezîrê karûbarê hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu xwar, got:

”Ezê toqa kûçika têxim husuyê te û te kuçe bi kuçe, kolan bi kolan bigerînim…”

Dewlet Bahçelî îro li Suleyman Soylu xwedî derketiye, gotiye:

”Tu kesê nikanibe toqê têxe hustuyê wezîrê karûbarên Tirkiyê, hêza tu namerdî ewê têra vê yekê neke…!

Yanî soz daye Soylu, gotiye ezê nehêlim Peker toqê têxe husuyê te.

Suleyman Soylu jî di hesabê xwe yê twîtterê da, ji bo vê camêriya Bahçelî sipasî wî kiriye.

Yaho mêrik êdî ji toqê jî aciz nabe.Helaaa helaaa, meriv matmayî dimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE