23 maj 2021

Hêvî dikim posta Tirkiyê vê kitêba min jî wenda neke!

Îro min kitêba xwe ”Stirîyên me” şand ji Înan Eroglu ra. Li Swêd çend sal berê postexane girtin, kirin pirîvat, karên postê dane benzînxane û dikananan. Saet di 11a da ez çûm benzînxaneya nêzî çarşiya taxa me, ji bo ku kitêbê bişînim.

Ji şansê min ê xerab ra benzînxane girtî bû, gotin saet di yekê da vedibe...


Ji mecbûrî bi paş da vegerîyam malê, saet di yekê da dîsa çûm.

Min ev çûn hatin xist ber meşa xwe ya rojane.

Pandamiya koronayê  her tişt serobinî hev kiriye. Lema dikan jî, benzînxane jî êdî sibê zû venabin.

Hêvî dikim tirk tiştekî neynin serê kitêbê, bi silametî bigihîje Bismil, destê Înan.

Baweriya min bi posta Tirkiyê tuneye, du caran kitêbên min şandin li xwe helandin, kitêb negihîştin edresên xwe. Yanî di vî warî da sicîla Tirkiyê xerab e. Hêvî dikim vê care jî kitêbê navêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE