23 maj 2021

Heta dewleta tirk ji me netirse ewê tim me bikuje

Ev demeke medyaya tirk û kurd qala vîdeoyên Sedat Pekerê mafîa dike, li ser tiştên Sedat Peker gotine minaqeşe û şirove tên kirin.

Sedat Peker di vîdeoya xwe ya 7a da gotiye wezîrê kar û bar yê berê Mehmet Agar, Savaş Bûldan da kuştin.

Ji roja Savaş Bûldan û hevalên wî û bi hezaran kurdên din hatin kuştin û vir da ye kurd dibêjin qatil dewlet e.


Dewletê bi hezaran kurd bi pûlis û leşerên xwe, carnan jî bi faşîst û çeteyên mafîayê dan kuştin.

Yanî tiştê Sedat Peker di vîdeya îro da gotiye, ne tiştekî nayê zanîn, her kurd pê dizane.

Yek serokwezîr û serokkomarê Tirkiyê tuneye destê wî di xwîna kurdan negerîyabe.

Yê hinekan pir di xwîna me gerîyaye, yê hinekan hindik; lê gişan jî emrê qetilkirina kurdan dane, gişan li hemberî cînayetan dengê xwe nekirine, cînayet bincil kirine, qatil parastina.

Eynî tiştî meriv kane ji bo wezîrên kar û barên hundur jî bibêje, ew jî giş qatil in, bi hezaran kurd bi emir û destûra wan hatine revandin û kuştin. Mehmet Agar mucrim û qatilekî herî mezin e, bi destê wî gelek kurd hatin kuştin.

Tiştê Sedat Peker dibêje ji deve ne guhe jî, serê salan e kurd van cînayetên dewletê kirine dibêjin. Lê ji ber ku em nikanin bi wan, sûcdar û qatil nayên girtin.

Heta tirk ji me netirsin, heta em nikanibin heyfa xwe ji qatilan, ji dewletê bigrin ewê tim me bikujin. Dibê em xwîna xwe li erdê nehêlin.

Ji bo ku dewlet me nekuje, nede kuştin dibê ji me bitirse, bizanibe ewê jê ra nemîne, kurd ewê heyfa xwe hilînin.

Di eşîrtiyê da jî wiha ye, xelk ji te netirse, bizane tu yê heyfa xwe negre, ewê çavsoriyê li te bike, te bikuje.

Heger Mehmet Agar û serokwezîr û serokkomarên wê demê bizanîbûna ewê ji wan ra nemîne nikanîbûn hewqas kurd bikuştina.

Dema dewletê em kuştin dibê em heyfa xwe bigrin, ji sûcdar û qatilan ra nehêlin. Hetanî ev yek di nava me da nebe adet, nebe kultureke netewî, siyasî dewletê tim me bikuje, Mehmet Agar ewê tu carî neqedin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE