23 maj 2021

Senet

Yek hebû sinetê wî xesandina kûçika bû. Ji bo xesandina her kûçikekî pênc quriş heqê destmiza xwe digirt û dûra jî diçû bi deh qurişa dermanek dikirî, pê destê xwe dişuşt.

Rojekê jê ra gotin:

-Heyra, tu kûçikekî bi pênc qurişa dixesînî, dûra jî diçî dermanekî bi deh qurişa dikirî pê destê xwe dişo. Di her xesandinekê da tu pênc qurişî xisarê dikî. Çima tu vî karê bi zirar dikî?

Mêrik serê xwe hejand, got:

-Ez jî zanim ez li xisarê me. Lê heyfa min bi sinetê min tê. Ez naxwazim biterikînim. Ma ne pêşiyên me gotine, sinet bazinê zêrîn e, di destê her kesî da nîne. Sinet çi be jî sinet e, bazinê zêr e, bi xisar be jî ez naxwazim vî bazinî ji destê xwe derxînim.

 

Pirsa saetê

Rojekê Sedam Husên, ji waliyê Bexdayê Semîr Şêxlî pirsîye, gotiye:

-Semîr, saet çend e?

Semîr Şêxlî gotiye:

-Cenabê serok dixwaze saet çend be?

 

Hezkirina kitêban

Xortekî feqîr û nexwenda hebû. Merivekî saf bû. Diçû mala kîjan hevalê xwe, bala xwe didayê dolabek tije kitêb in. Dilê wî dibijiya kitêban. Dixwest li mala wî jî hewqas kitêb hebin.

Sal û zeman derbas bû, ji xortê feqîr ra li hev hat, zengîn bû. Piştî zengîn bû, xwest wê hesreta dilê xwe derxe, li mala wî jî dolabek tije kitêb hebe.

Rabû çû ba kitêbfiroşekî, jê ra got:

-Ji min ra gelek kitêb lazim in.

Kêfa kitêbfiroş hat, got:

-Ser çava, ka lîsteya xwe bide, ezê tavilê hazir bikim.

-Bira, wele ez ji lîstê-mîstê fam nakim. Hema ji min ra dolabeke mezin tije bike û bişîne mal...

 

Ji bo talûkê bibîne

Xoce Nesredîn rojekê dîsa paşpê li kerê xwe suyar bûbû.

Yekî jê pirsî, got:

-Xoce, çima tu paşpê li ker suyar bûye?

Xoce got:

-Ji bo ku ez talûkeyên ji par ra tên bibînim.

Mêrik got:

-Ya tu yê talûkeyên ji pêş va tên çawa bibînî?

Xoce got:

-Wan jî ker ewê bibîne.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE