23 maj 2021

Xeyaleke min

Ezê îşev*  xeyaleke xwe ji we ra îfşa bikim.

Her cara ez li dengê ûdê û kemanê û li sitranbêjekî ez ji dengê wî/wê hez dikim guhdarî dikim, kizînî bi kezeba min dikeve, ez dibêjim axxx, xwezî dengê min xweş bûya, xezî min jî kanîbûya bistira û li ûdê xista ya jî li kemanê xista.
Dengê ûdê min mest dike.

Ji dengê meyê jî hez dikim. Lê dengê ûdê ecêb e.
Gava Zubêr Salih li ûdê dixe û sitrana:

”Sebahul xeyr xana min,
şehî şîrîn zebana min
Tuyî ruh û rewana min,
bibit qurban te canê min”
  dibêje, min serxweş dike.

Ji deng û kilamên Berfîn Aktay xanimê jî hez dikim. Hêvî dikim rojekê bibe qismet ez li kêleka wê rûnim û têr lê guhdarî bikim.

Ji dengê tembûr, sazê hez nakim. Cubûş dîsa ne xerab e, ji dengê wê jî hez dikim. Lê derba dengê ûdê nade. Dengê ûdê û kemanê min sermest û serxweş dike…

Ne dengê min xweş e bistirêm, ne jî qabîlîyeta min a lêxistina enstrumanekê heye. Lema jî ev hesret ewê heta û het di dilê min da bimîne...

Xwezî ji dêlî nivîskariyê ez kemanjenek bûma, min bikanîbûya li ûdê xista ya jî min bikanîba bistira...

*2021-05-22

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE