03 maj 2021

Redaktekirina kitêbekê zor e

Redaktekirina Antolojiyê mailik li min viritand, çav li min kor kir, piçek ronîya di çavan da mabû ew jî xera kir.

Ev çend rojn in ez dixwînim û dixwînim, rast dikim û rat dikim bêxwedî naqede. Hîn bi zorê gihîştim nîvî.

Berê, di dema Armancê da min zû redakte dikir, lê nuha kal bûme, pir hêdî dixwînim, zalimên xemîşokan tê dizên, dawî lê nayê. Li dora 200 heb xemîşok/çîrok in. Lema jî xwendina wan wextê digire, ez jî pir bi dîqet dixwînim. Ji bo ku bêşaşî be. 

Tiştê ji destê min tê ez dikim, hêvî dikim vê carê bi her hawî xweşik û baş be. Çapa Rûpelê him mîzanpaja wê, him jî îmla wê ne li gorî dilê min bû. Weşanxanê îmla min guhert, li gorî qaîdeyên xwe wek "re û de" çap kir.
Hin gotinên min ên devokî jî guhetin. Wan guhertinan ez nuh dibînim, berê min nedîbû. Mesela min gotiye "rûvî", wan kiriye "rovî". Hin guhertinên wiha kirine. Di vê çapê da ez wan tiştan rast dikim.
Roja ez biqedînim ezê bi festekê, bi çend qedeh şerab pêroz bikim…

Kesên karê redaktekirinê dikin keda wan helal e, dibê meriv qedrê wan baş bizanibe.

Îro hîn min meşa xwe nekiriye, xanim destê xwe vala ke emê bîstekê derkevin li ser xwe bigerin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE