04 maj 2021

Swêd ketiye feqeke pir xerab

Şevê çûnî li taxa me dîsa xortekî 19 salî gulebaran kirine, lawik xelas nebûye, miriye.

Sibe, dusibe îcar hevalên wî ewê ji gurûba din yekî bikujin û heyafa wî hilînin. Û ev ewê wiha dom bike.
Salê çûnî bi vî hawî 366 kes gulebaran kirin, 47 kes  ahtin kuştin û 117 kes jî birîndar bûn. Bi sedan teqîn bûn.
Yên wenda û bi kêran hatine kuştin ne tê da ye, ev reqem tenê gulebarankirin e.
Swêd Meksîko jî derbas kiriye, çete rojê li derekê hevdu gulebaran dikin.

Meriv bi şev newêre ji mala xwe derkeve.

Herêma me gelkî ne xweş bûye, meriv nizane Swêd e. Tu dibêjî belkî meriv Afrîqa Başûr e.

18 sal berê gava me mal guhezt vir, Alby wek cinetê bû. Pir sakîn bû. Swêdî di piraniyê da bûn.

Nuha pir nexweş bûye, narkotîka li her derê tê firotin. Di ser me ra her roj wer vize viza helîkoptera pûlis e.

Ji sedî 99î zêdetirê Alby xerîb in, ji sedî 1, belkî jî hîn kêmtir kal û pîrên swêdî mane; ew jî nikanin bi derekê da herin, li bende mirina xwe ne. Piştî ew mirin, ereb û pakîstanî ewê têkevin xaniyên wan.

Rewşa Swêd qed ne xeş e, çete pir bûne, dewlet jî ne tu dewlet e, hukûmet ketiye destê merivên nezan, cahil û kesên xeyalperest.
Haya siyasetmedaran ji wan tuneye, nizanin çi bela û felaket anîne serê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE