04 maj 2021

Întîhal ne xweş e !

Wê rojê di malpereke bi navê ”Cafe Forum”ê da bi tesadufî ez rastî çîrokek xwe hatim.

Malperê çîroka min a bi navê  ”Serpêhatiya hesp û ker”  bi navê ”Qijik û rûvî” weşandiye.


Yanî yê diz çîrok bi navekî şaş weşandiye û malperê jî bi tirkî gotiye, ” Yazarımız Mehmet Doğala'dan yeni bir fabl.”

Yanî ji nivîskarê me ”Mehmet Dogala fabilek(çîrokek) nuh.”

Berê jî çend caran ez rastî dizên wiha hatime. Yanî ev ne cara pêşî ye çîrokên min li ser navê xwe belav dikin.

Ez di Googlê da li navê ”Mehmet Dogala” gerîyam. Min yekî bi navê Mhmet Şerîf Dogala dît û bi meylekê jê ra got ”çema te çîroka bi navê xwe weşandiye?”

Camêr got, ” Hayran qurban, bi xwedê ne ezim, dizê xwe li cîkî din bigera. Navê min Mehmet Şerif Dogala” ye.

Ez belavkirina nivîs û çîrokên xwe li kesî qedexe nakim, ez dibêjim her kes kane belav bike. Lê bi şertê keda min neke malê xwe, navê min ji binî nebe.

Vî kesê bi navê bi navê Mehmet Dogala tiştekî ne xweş kiriye, ji malperê gotiye ew çîroka wî ye. Dibê meriv tenezulî tiştê wiha neke, întîhal(diziya nivîsa) ne xweş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE