05 maj 2021

Hêvî dikim korona êdî xwe nêzî me neke

 


Xanima min jî  îro vaksîna(aşîya) xwe bû. Em ji barekî giran xelas bûn.
Lawikê me pêr jê ra wext veqatand. Em vêsê zû ketin rê çûn ciyê derziyê li meriv dixin.
Xwedê kir derziya wê jî wek ya min Pfizers bû. Baş bû ne Astra Zeneca bû.


Li Swêd derziya Astra Zeneca li kesên di bin 65a ra ne naxin, dibê 65 û di ser ra be. Ji ber ku xanim jî di bin 65a ra ye, lema jî ji derzîya Astra Zeneca xelas bû.

Ji şansê me ra îro hewa qet ne xweş e, baran û serma ye. Me ciyê vaksînê jî nizanîbû, heta me dît em hinekî şil bûn.

Nuha em herdu jî vaksîna pêşî bûne, yanî baş xerab me tedbîra xwe hinek girtiye. Îcar têrê bike, neke em nizanin.


Bi xêra vaksînbûna(aşîya)xanimê, me serê xwe ji hundur derxist û em çûn herêmeke din, bîstekê geriyan.

Em çûn pastexaneyekê, me qahwa xwe vexwar, bîstekê sohbet kir û li xelkê temaşe kir.

Em bîstekê jî li dikanan geriyan, me hin tişt mişt kirîn. Ji zû da bû em ji mal bi dûr neketibûn, îro hinekî bîna me fire bû.

Vê bêxwediya koronayê em di hundur da tewqîf kirine, erê derî li ser me negirtîye, qerdîyanê me tuneye, lê dîsa jî wek em girtî bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE