06 maj 2021

Nostaljîya 20 salîyê

Ev çend roj in gelek kes rismên xwe yên 20 saliyê belav dikin. Mesele çi ye, ji bo çi ye ez nizanim.

Giş jî xortên çeleng in, wek artîsta ne.

Û ya herî balkêş, bêyî îstîsna, hemû jî zeîf in, wek mankêna ne, yekî zikmezin û hûrmezin tuneye. Dilê meriv dibejê, meriv dibêje ev û ne yekî din…


Belavkirina rismên 20 saliyê di nav çend rojan da bû adet û tirendek. Û rismên xortên çeleng, xortên pak di twîtt û facebookê da li binê guhê hev ketin.

Xortanî helbet xweş e, wek mêweyeke turfande ye, bi tahm û lezet e. Lê rojekê diçilmise. Xortanî jî wisa ye, meriv hew dibîne qedîya, bû xewnek…

Ez nostaljî û dilbijokîya salên borî, ya xortaniyê fêm dikim.

Bi rastî xortanî xweş e, haya meriv ji bayê felkê tuneye, meriv nizane kalbûn û pîrbûn heye. Meriv tu carî lê nafikire, wê ji xwe ra nake derd.

Di xortaniyê da em ji nexweşiyan, ji mirinê neditirsiyan. Tirsa ji epîdemiya koronayê tunebû.
Dilê me tije hêvî û bawerî bû, em xwedî îdîalên mezin bûn.

Nuha, piştî ku pişt li me xûz bûye, bûye nêka teşiyê, em bi wan rismên xortaniyê sebra xwe tînin.

Lê nostaljî kane bi meriv ra bibe sebebê melankolîyê jî. Lema jî dibê meriv zêde li rismên xwe yên xortaniyê nenêre.

Bala min lê ye heta nuha tenê kalan û kesên navsale rismên 20 salîya xwe belav kirine, jinan xwe tev vî îşî nekirine.

Gelo jin jî ewê fotografên 20 salîya xwe belav bikin? Ya jî li vir,m di nava me da jinên pîr tunene, giş ciwan in, hîn hewqasî pîr nebûne ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE