02 maj 2021

Diza ji diza dizî, erd û ezman tev lerizî

Tirkekî kalpazan li ser 20 milyar dolarên Thodexê revandiye, anonsek belav kiriye. Di anonsê da ji kesên şîrketa Thodexê ew xapandine ra gotiye, kî 500 tl yî bide min, ezê perê wan ji Thodexê bistînim û paş da bidim wan.

750 kesî jê ra pere şandine. Bi vî hawî, wî jî 750 kesên berê ji teref Thodexê va hatibûn xapandin, vê carê jî wî ew xapandine.

Tirkiye welatê merivên baqil e, bi rastî tirk kûpê aqil in. Dibê meriv teqdîr bike. Û em jî ketine bin destê wan merivên beradayî…

XXX

Min nuha xwend. Dibêjin adeteke tirkan a meşûr heye, gava tupekî gazê dikirin, tup bi kibrîtê kontrol dikin, hela ka ba ji ber tup dihere ya na.

Aqilekî wiha bêyî tirkan bi kesî ra tuneye. Bêyî tirkan tu kes bîra aqilekî wiha nabe.

XXX

Li dora 300 malên kurdên Kurdistana rojhilat ên soran li Sovyeta berê, li Kafkasan hebûne em nuh dibihîzên, heta nuha kesî qala wan nekirîye. Dibêjin ji herêma Sineyê ne.

Di Rûdawê da Kamîz Şeddadî bi malbateke mezin ra hevpeyvîneke xweş kiriye. Serpêhatiya wan pir bi êş e. Heta 1970ê jî ne cuzdan dana wan, ne jî pasaport, nehîştine 20 km ji ciyê xwe bi dûr kevin. Zarokên wan negirtine leşkeriyê, nekirine mamûrên dewletê.

Tarîxa wan ya koçberiya Rûsyayê 120 sal berê ye.

Tiştekî pir ecêb e, çawa heta nuha kesî hay ji hebûna wan nebû, meriv fêm nake. Ev cara pêşî ye bi wan ra têkilî tê danîn û haya me ji hebûna wan çê dibe.
Beşek ji xeberê wiha ye:
” 110 - 120 sal berê eşîrekî, yan jî malbeteke mezin ji ber sedemên nediyar (her yek çîrokeke cuda dibêje) ji Rojhilata Kurdistanê  bi rê dikeve, Çemê Erezê derbas dike û dikeve erdê Împaratoriya Rûsyayê.

Li Rûsyayê Şoreş rû dide. Hikumeta Sovyetê sînorên xwe bi Îranê re dişidîne. Êdî tu peywendiya wan malbatên penaber bi Kurdistanê re namîne.

Ew li bakûr û rojhilata Azerbaycanê li nêzî sînora Daxistanê bi cih dibin. Di nava demê de çend malbat derbasî Komarên otonom ên Bakûrê Kafkasyayê yên mîna Daxistan û Kabarda Balkarê dibin.

Hikumeta Sovyetê mafê hewelatiyê nade wan. Zilamên wan nagirin xizmeta serbaziyê, ew nikarin bi fermî kar bikin.  Ji xwendina bilind jî bêpar dimînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE