07 januari 2021

Zalimiyeke bi vî rengî tu carî nehatiye dîtin

 Li Efrînê keçeke bi navê Nazliya Hecî Reşîd nexweş dikeve, radikin nexweşxaneyê. Nexweşxane di destê leşekerên tirk da ye. Li gorî malbata Nazliyê nexweşiya keça wan ne nexweşiyeke giran bûye.
Nexweşxane dibêje Nazlî mir. Malbat dibêje keça me li nexweşxaneyê kuştin, keça me ne ya mirinê bû.

Dema malbat termê keça xwe digre, bala xwe didinê zikê Nazliyê vala kirine, piraniya organên wê girtine.

Li gorî malpera Ahvalê nivîsîye, ev ne cara pêşîye tirk li Efrînê vê hovîtiyê, vê namerdiyê dikin; berê jî li Efrînê çend caran eynî tişt kirine.

Meriv hewqasî jî zalim, bêûjdan û namerd nabe. Lê tirk dibin, li hemberî kurdan kanin her namerdiyê û bênamûsiyê bikin û her roj dikin jî.

Kurdên hîn jî heval û berpirsiyarên AKPê ne ji van qatilên tirk û Daîşê jî namerdtir in, ew ne hevalên vê rejîma faşîst, bênamûs bûna, wan nikanîbûn ev wahşet bianiyana serê me.

Kurdên hevalên AKPê ji bîr nekin, ew ji qatilên tirkan û Daîşê jî xayintir û namerdtir in.

XXX

Golikek kane navê garanekê xera bike, şexsek, serokek kane welatekî rezîl û riswa bike.

Seokek kane dûzana welatekî xera bike, yeka nuh bîne dewsê, kane herbê derxe, kane dîktatoriyekê ava bike.

Di vî warî da sê numûneyên zindî, yên li ber çavê me hene, Îran, Tirkiye û Amerîka. Sê şexsan ev hersê welat jî jîperîşan kirin. Dereceya perîşaniya, xerabûna hersê welatan ne wek hev e, lê halê hersê welatan jî ji berî Xumeynî, Erdogan û Trump gelkî xerabtir bûne.

 XXX

Tiştê îro(6/1-21) li Amerîka, li Washington bû, meriv nikana ji çavên xwe bawer bike. Teşebusa darbeyêye. Navê vê êrîşê darbeye, êrîşa demokrasiyêye.

Lê ev yek ewê ji Trump ra nemîne, ewê wî bigrin. Heger jê ra bimîne wê demê tu ferqa Amerîka ji Tirkiyê û welatên Amerîka namîne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE