07 januari 2021

Min mange nas nekir

 Yekî bawermend ji hevalê xwe ra qala serpêhatiyeke xwe kir, got:

-Ez ji nimêja sibê vedigeriyam. Min bala xwe dayê çend kes hewil didin mangeyekê bi zor li erebeyekê siwar kin.
Lê dikirin, nedikirin nikanîbûn mangê li erebê kin, mangê li ber xwe dida, nediket erebê.

Ez çûm ba wan, min destê xwe hêdîka di serê mangê da, bi serê wê şa bûm. Mange sakîn bû û dev ji berxwedanê berda. Mêrikan mange li erebê siwar kirin.

Min bi xwe îftîxar kir, min ji xwe ra got:

”Ev kirameta nimêja sibê ye.”

Dema ez çûm mal, min dît diya min digrî. Min got:

”Dayê, xêr e, tu ji bo çi digrî?”

Diya min got:

”Lawê min, manga me dizîne !

Mangê ez nas kiribûm, min mange nas nekiribû.

 

Dîn ji zimanê hev fam dikin

Dînê gund derketibû ser minarê, digot ezê xwe bavêjim jêr. Gundî li ber digeriyan, digotin xwe navêje, were jêr emê te bizewicînin, pere nedkir, digotin emê te bibin bajêr, dilê te çi bixwaze emê ji te ra bikirin, pere nedikir. Welhasilî kelam milet çi digot, qebûl nedikir, digot ezê xwe bavêjim…

Ji nav gundîyan yekî got, dîn ji zimanê dînan fêm dikin, herin dînê gundê hember bînin, ancax ew kanibe wî îqna bike.

Çûn dînê gundê din anîn. Dînê gundê hember kêrek di dest da, ban dînê li ser minarê kir, got:

-Law Bilo, tu kêra di destê min da dibînî?

Dînê li ser minarê got:

-Erê, dibînim.

-Lawo, bi navê Xwedê, tu dadikevî dakeve, tu danekevî, ezê minarê bibirrim.

Dînê ser minarê got:

-Na na nebirre, ezê bikevim. Vaye ez dadikevim.

 

Dijmin pir in

Jinikê û merê xwe qet li hev nedikirin, her roj diketin gewrîya hev. Rojekê jinikê jê pirsî:_

-Tu bi qedrê Xwedê dikî, kê ez ji te ra dîm, kê pêşniyarî te kir tu min ra bizewicî?

-Ez çi zanim, dijmin pir in..

 

Orta dinyayê

Gundiyan ji Xoce Nesredîn ra gotine:

-Xoce, ma tu dibê orta dinyayê ku der e ?

Xoce got:

-Orta dinyê ciyê bin nigê çepê yê pêşî yê kerê min e.

Gotin:

-Xoce, malava, ma qet tiştekî wiha dibe?

Xoce got:

-Dibe çima nabe, heger hûn bawer nakin, kerem bikin bipîvin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE