07 januari 2021

Dûlikên dildaran

-Te qemerê rû xuşûşê

Zozan xweş e li alîyê Mûşê

Wezê terka çav-birîyên belek nakim

heta têkeve ber darê dergûşê.

Xuşûş/xişûş: weswese, dudilî, nebawer

 

-Avîvanê, av li gerrê

Qîrîn bikim, dengê min herê

Minê gazî Xwedê kirîye,

vê sibê bira cerê kewa mine kubar bişkê,

bir poşman bibe ew li ser rê.

 

-Min xanî çêkir bi piltanê

Derî kir bi rihanê

Ez û lawikê xwe emê tê da rûnnin

hersê mehên zivistanê

Piltan, navê gîhayekê ye.

 

-Delîl, ji zomê heta zomê

Pezê Bozangê min giran e, naçe gomê

Xwedê mirazê mirazxwaza bikira,

min keleş lawkê xwe bidîta bi wê timtêlê, li nava komê.

 

-Avîyê, avîya golê

Av niqitîye pahnîya solê

Ser xatirê kewa kubar,

har û dîn bûma, ketime çolê.

 

-Hatiye mala bavê min dizê şevê

Ezê cîka deynim li kêlek stûna navê

De tu gavan hûrik, hûrik bavê

Hergê dê û bavê min gotin: "Kî ye?"

Ezê bêjim Qerewîlê şevê tî ye, hatiye avê.

Qerewîl, navê nobedarê, pasevanê, leşkerê kela û bircan dipê ye. Nobedar e, tî bûye, hatiye avê vexwe.

 

-Çiya bilind e rê di ber ra

Gul sor bûne sosin di ser ra

Tu dila nahebînim di ser dilê xwe û te ra.

 

-Minê şahrek anîye ji gewrê ra

Bira bide ser enîga gever, qolêd zêra

Keleş kawê, xazil tu bûka mala bavê min bîyay,

minê rojê sê cara bigota: şikir ji mirazê Xwedê ra.

 

-Minê bîstanek çandiye, bîstanê van kelema

Minê av da bi hêsirên çava, bi delema

Nizanim ji bextê min bû, ya ji bextê te bû

şextê lê da, tişt tê nema.

 

-Mala bar kir, koç bi rê ket

Kewa gozel xemilî, bi rex koçê ket

Dilê min evdalê Xwedê şewitî,

agir-alav pê ket.

 

-Vî zinarî sî mezin kir

Bişkok bebûn sîng sipî kir

Minê dest avîte kewa gozel,

çima di destê mi da ar-zarî kir?

 

-Ez çûm çiya, çiya melûl in

Daketim deştê genim hûr in

Par vî çaxî em li cem hev bûn

Îsal heft qonaxan ji hev dûr in.

 

-Kewa gozel, were cem min, emê buxça dila vekin

Gazî heval û hogirê, xêrxwazê dora xwe kin

Bira bên li derd û kulê min û te temaşe kin

Herçiyê derdê dila dîtiye, bira tu car loma nekin.

 

-Ez teyr im, teyra tawis im

Li serê hemû rîya dimilmilim

Herçî ji welatê xerîbiyê tê,

ez li hal û ehwalê te dipirsim.

 

-Çiya bilindin te nabînim

Gul sor bûne naçirpînim

Ez diçim xerîbiyê, tirsim bimrim te nebînim

Di ser dilê xwe û te ra tu car dila nahebînim.

 

-Ezê gul im, gula sor im

Li berojê gelîyan diçilvilim

Ezê xwe bavêjim bextê şivan, gavan û pincarçina,

bira min neçinin, neçirpînin,

ez melhema birîna dil min.

 

-Tu şekir bî, ez tahm nakim

Tu gula baxan bî, ez te bîn nakim

Min bi dil yek hebandiye,

ji xulamtiya ji wî ra te qebûl nakim.

 

 

-Kuro xeyidîme, bi te ra xeber nadim

Tu şahrê bişîn, ezê rîşiya badim

Ez te bi koma bav û bira nadim.

 

 

-Gede lawko, tuyê diçî, ezê çawa bim

Ezê bibim ji teyra, teyrekî sipî,

di ser xan-manê we ra li ba bim

Bira tu evd ji minloma neke,

ezê li qonaxa mala bavê te bi mêvan bim.

 

-Çi kanîka dor bi qicî

Kevok hatin ji dor xericîn

Xwezka min bi wî kesî, bi çavê xwe dî,

bi dilê xwe zewicî.

 

-Erê lawko, min bihîstîye tu zewicîyî

Ji gundî, malîyan tirê ez behecîm

Ezê herim yekî usa bikim,

felqa simêla wî narincî.

 

-Qemera min reşe, tarî

Min ji êla Hesenîyan bijartîye,

ji nava hezarheyşet malî

Xizêma qemera min şikestîya,

delîl li halê min deyndarî.

 

-Were mala bavê min bi mêvanî

Ezê ji te ra deynim kulavê sorî xoresanî

Şerjêkim mîya sora serberanî

Ji dîya xwe ra bêjim, şivan kor bû, ji çolê neanî.

 

-Berfim, berfa vî hêlanî

Helalîyê min keskî ji min ra neanî

Ezê bibim gustîkeka silêmanî

Têkevim tilîya te mîvanî.

 

-Keçikê, navê te Siltan e

Kirasê canê te kitan e

Îsal heft sal e diranê min dêşe

Dibên xala sûretê te derman e

-Keçikê, navê te Perîşan e

Sê xal li sûretê te nîşan e

Ramûsana te bedewê ji diranê min ra derman e.

 

-Kastûmreşo, kastûm li xwe ke

Tûncika reşa narîn şe ke

Wexta tu rastî min hatî, ez ya te me xwe şaş meke.

Berfek barî çiya kir hêk e

Du bira ne, pîre dêke

Orta min û lawkê min xerav kirine, Xwedê wan ra qebûl neke.


Kastûm, yanî qatlix, taxim, kostîm, bedil. Bi swêdî "kostym e.

-Rêka gundê me bi hêz e

Peyakî tê wa bi lez e

Ezê ji dûr va qeter dikim

Şahra kolozê wî gewez e.

QETER, yanî bala xwe didimê, lê dinêrim

 

 

-Pezê Ebasê Gezo kete kêşê

Ezê deste gul û sosin biçinim,

bavêjim pêşiyê

Heger xelkê go: Çi ye, çi ninîne?

Ezê bêjim: Bona dû-dermanê diranan êşê.

 

-Heyran tu xirab î

Tu li derê mala babê min rûdinî, qet ranabî;

Tu we bikî, ez ê bêjim bab û brayên xwe

Ev sêwiyê heyrana ji min venabî.

Heyran digo keçikê ez xirab im,

Ez li ber derê mala babê te rûdinim, qet ranabim.

Tu nebêjî bab û birayên xwe

Tu bêjî xunkarê dînê îslamê ez ji te venabim.

 

Kaniya gundê me şîrîne

Gîha dorê sê pelge, har û dîne

Lawko, de tu were min birevîne,

bi zozanê jorîn xîne

Bira bavê min bi pey bavê te keve,

hêdî-hêdî qelenê xwe jê bistîne.

 

 

-Gede lawko min bihîstiye te yek anîye

Gustîla zêr jî kiriye dêst e

Ezê werim daweta te bi çavê kul, bi dilê şikestîye

Kastûm reşo, kastûm li xwe ke

Tu tûncikê bi ser da şe ke

Canê mirazê min, bi qurbana canî mirazê xwe ke.

 

 Ji kitêba "Zargotina Kurda"
Amadekar: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE