07 januari 2021

Li ser wergerê pirsek ji Ergîn Opengîn



Berî nuha bi çend rojan di Pop Kurdê da min li sohbeteke Ergîn Opengîn û Erol Şaybek li ser hin meseleên edebî, zimên û wergerê temaşe kir.
Sohbeteke pir xweş û hêja bû. 

Li ser ziman, edebiyat, berhem û kar û barên Ergîn Opengîn sohebeteke bi fêde bû. Di sohbeta xwe da gelek tiştên mihûm minaqaşe kirin.

 Ergîn Opengîn, di axaftina xwe da li ser wergerê, dibê werger çawa be, teqrîben tiştekî wiha  got:


Dema mirov wergerekê bixwîne divê mirov hîs bike ku ev werger e û bi vî zimanî nehatiye nivîsîn. "Di fonê da divê daimî tingetingek jê bê ku ev tekst weregere, ev tekst bi kurdî nehatiye nivîsîn."


Vê peyva wî pir bala min kişand, gelo ev tê çi maneyê? Lema jî bi vê nivîsê dixwazim fikrê xwe li ser bibêjim û ji Ergîn Opengîn hin pirsan bikim.

Ergîn Opengîn, di programê da îzah nekir, negot wergêr/tercuman ewê çawa bike ku vê yekê bi xwendevan bide hîskirin?

Gotin rehet e, ”dibê xwendevan hîs bike ku kitêba, romana, çîroka dixwîne werger e”, lê çawa, bi çi şiklî ev ne zelal e.
Û tiştê ez meraq dikim jî ev e.

Merivê çîrokekê, romanekê çawa wergerîne, çi bike, ji bo ku xwendevan bizanibe romana, çîroka ew dixwîne werger e, bi wî zimanî nehatiye nivîsîn?

Ergîn Opengîn, ev dîtina xwe sipart nivîskarekî din, got filan kesî li ser wergerê wiha gotiye, lê negot ev yek ewê çawa be, dibê meriv berhemekê çawa wergerîne?

Gelo Ergîn Opengîn dixwaze bibêje di wergerê da dibê meriv guh nede qaîdeyên zimên, îmlayê û sentaksê şaş bi kar bîne ?

 Yanî gerek wergêr kitêbekê, çîrokekê, romanekê çawa wergerîne, çi bike, ji bo ku kesê dixwîne bizanibe ew berhem werger e, bi zimanê ew dixwîne nehatiye nivîsîn?

Tiştê ez zanim, dixwaze meriv bi zimanê xwe binivîse ya jî ji zimanekî din wergerîne, gerek meriv li qaîde, îmla û sentaksa wî zimanî miqate be, rast binivîse, zimanê berhemê tekûz be, îmala û sentaks rast be. Ji xwe ji bo vê jî berhem ji alî kesên zimên xweş zanin tê redakte kirin.

Yanî, gelo Ergîn Opengîn dibêje di wergerê da dibê meriv guh nede îmla û sentaksê, zimên tevlihev bike, gotinan, cumleyan şaş binivîse, ya jî qesta wî tiştekî din e?

Wê demê ew tişt çi ye?

Emê romaneke werger û ya ne werger, çîrokeke werger û ya ne werger çawa ji hev bigerînin?

Gerek çiyê wergerê cihê be?
Heger Ergîn Opengîn vê mijarê hinekî zelal bike ezê kêfxweş bibim.
Kesên bixwazin kanin di qanala Pop Kurdê da li sohbeta temaşe ya jî guhdarî bikin.

1 kommentar:

PARVE BIKE