07 januari 2021

Mêrik wek kurdekî perwerdeya bi kurdî wek fîtneyê dibîne

 


Muhabirê Rûdawê ji yekî sofî, hecî dipirse, ma tu dixwazî di dibistanan da kurdî jî were xwendin û wek bavekî tu dixwazî zarokên te jî herin dersa kurdî?

Merivê bêmeju, bêşexsîyet, dixwaze zarokên xwe jî weka xwe bike koleyên tirkan dibêje:

”Na ez naxwazim, naxwazim. Çima em xwe zeîf kin? Em naxwazin fîtne têkeve nav me. Çima em xwe bikin esîrên dewletên biyanî û gawiran? Çima em yekîtiya xwe xera bikin?“

Li gorî merivê bêşexsîyet, heger zarokên wî bi kurdî bixwînin ewê fîtne têkeva nabêna wî tirkan, ewê bibe êsîrê gawiran, ewê yekîtiya wî tirkan xera bibe.
Yanî hewqasî ehmeq e, hewqasî bûye neyarê qewmê xwe, zimanê xwe.
Lê yên wiha difikirin ne ev tenê ye, di nava kurdan da yên wek vî ehmeqî pir in.
Sebebê pirbûna kesên wiha, ehmeqên wiha jî siyasetmedar û dîndar in, wan karên xwe baş nekirine, wezîfeyên xwe baş bi cî neanîne.
Lema jî di nava kurdan kesên li dijî axaftina kurdî ne, kesên axaftina kurdî wek fîtne û fêsadiyê, wek xulamtiya ji dewletên gawir ra dibînin pir in.

XXX

Li ser êrîşa ser Kongreya Amerîkayê ya do, hin berbpirsiyarên Tirkiyê ”xemgînîyên” xwe anîn zimên û şîret li amerîkiyan kirin.

Di medyaya Amerîka da ev yek bû sebebê hêrsê û pêkenînê. Muhabirê NBC Newsê yê navdar Andrea Mitchell, henekê xwe bi beyanên berpirsiyarên Tirkiyê kir, got:

-Li vir rewşeke îronîk heye. Welatê viya dibêje ji alî dîktatorekî vetê îdare kirin, rojnamevanan davêjin hevsê, mafê mirovan bi tiştekî nahesibînin, di girtîgehan da îşkencekirina jinan ji nedîva tên. Ev welat xwedî îdareyeke wiha ye û şîretan li me dike.

Dema bi însên ra heya tunebe kane li welatekî wek Amerîka şîretan bike. Lê Amerîkiyan bersîveke baş dane tirkan.

 

XXX
-Heger di bilindbûnê da tu bişkênî û bilind bibî, di ketinê da gulî û çiqlê tu pê bigrî tu yê nebînî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE