08 januari 2021

Îro rojeke hinekî tevlihev bû

Vêsê ez wek her roj saet di 07.00a da ji xew rabûm. 

Min xurîniya xwe kir û ji bo ku dîlok û pêkenîna xwe ya rojê binivîsînim, min cî li ber kompîtorê li xwe xweş kir, kompîtor vekir. Min bala xwe dayê internet tuneye, dibêje gelşek heye.

Heta saet 11.00a jî internet nehat. Telewîzyon jî tunebû.

Li ser ser vê, ez û xanim em derketin meşa xwe. Em çûn ketin nava daristinê, swêdîyên, kal û pîrên dimeşiyan, kûçikên xwe digerandin pir bûn.


Em 9,42 km û tam 129 deqîqeyan meşiyan. Berfa do barî diheliya, hewa 2-3 derece germ bû. Xanimê xwîdan da. Em nuh hatin mal.

Min tavilê qahweya xwe da ser. Dema em ji gerrê tên, em fîncanek qahqe vedixwin. Ev rutîna me ya her roj e.
Min bala xwe dayê înternet hatiye.
Telewîzyon dixebite.
Kêfa min hat
Esas li Stockcholmê elektirîk û înternet pir kêm qut dibe, belkî ji çend salan carê diqewime, ew jî ji bo demeke pir kin.
Do hevalekî ”xort” li vir pesnê xwe da, got efendim ew 6,9 km meşiyaye.
Heyra, em jî her roj herî kêm hewqasî dimeşin, lê ez nizanim wek te wê rûpelê belav bikim.
Ez û xanim em îro 9, 42 km û 129 deqîqeyan meşiyan. Yanî 6,9 km te pê pesnê xwe daye ji min ra ne tiştek e. Dibê tu wê bizanibî...:)) 
Em her roj li dora 7-10 km dimeşin. Lê ez wek wî hevalê “xort” ji teknîkê fêm nakim, lema jî wek wî nizanim rûpela Fitnessê nîşanî we bidim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE