08 januari 2021

Tu çi biçînî tu yê wiya biçine

Heger li orta Diyarbekrê kurdekî belengaz li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikve, dibêje ez naxwazim zarokên min bi kurdî bixwînin, dibêje daxwaza perwerdeya bi kurdî ”fîtne û fêsadîye, êsîrbûna ji dewletên gawiran” ra ye, di vê korfahmî û dijminatîya kurdayetiyê da hinekî jî sûcê partiyên siyasî, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan jî heye. 

Wan wezîfeya xwe baş bi cî neanîne, wan gelê xwe şiyar nekirine, hest û ruhekî nasyonalîst nedane însanan.

Wezîfe û armanca partiyên kurdî, siyasetmedarên kurd tenê ne çûna meclîsa Tirkiyê û qezenckirina beledîyan e, ji wê bêtir gerek armanca wan şiyarkirina milet be, zanîn û şiûrekî kurdî, netewî di dilê însanan da xurt bike.

Lê ji bo ku partiyên kurd, siyasetmedarên kurd qet ehemîyet nedan kurdayetiyê û zimanê kurdî, hezkirina zimên, fikrên serxwebûnê û em miletekî cihê ne nedan kurdan, lema jî bi kurdan ra hezkirina kurdî çê nebû.

Gava siyasetmedarên kurd, partiya kurdî serxwebûnê nexwazin, bi gel ra bi kurdî nepeyivin, tirk bibin serok û parlamenterên kurdan, helbet kurd jî ewê li dijî perwerdeya kurdî derkevin û bibêjin em naxwazin zarokên me bi kurdî bixwînin, daxwaza perwerdeya bi kurdî fîtnekarîye.
Ewê wiha bibêjin, çimkî nehatine şiyarkirin, çimkî partiyan, siyasetmedaran, mezin û pêşengên civatê fikir û ruhê kurd û Kurdistanê nedane însanan.

Yanî me gelê xwe şiyar nekiriye, me ruhê kurdayetiyê nedaye însanan, me girîngiya zimê bi însanan nedaye fêm kirin
Sûcdar ew em in, partiyên siyasî ne, ronakbîr û kesên pêşengên civatê ne.

Tu çi biçînî, tu yê wiya biçine.
Dema siyasetmedarên miletekî bindest, welatekî dagirkerî serxwebûnê nexwaze, li dijî partiya kurdî be, partiya Tirkiyê ava bike, bi kurdî nizanibe û bi gelê xwe ra bi tirkî bipeyive û tirkan jî bike serok û parlamenterên kurdan, helbet kurdên nezan û cahil jî ewê perwerdeya bi zimanê xwe nexwzin û daxwaza perwerdeya bi kurdî jî ewê wek fîtneyê û neyartiya tirkan bibînin.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE