09 januari 2021

Gerek em siyaseteke li gorî realîteya xwe bimeşînin

Theodor Herzl, di kongreya Sîyonîst a sala 1897a da, ji nûnerên kongreyê ra got:

-Min li Baselê dewleta yahûdî ava kir. Eger nuha ez bi qîrîn viya bibêjim her kesê bikene. Lê belê, belkî di nav 5 salan da, belkî di nav 50 salî da miheqeq her kesê bibîne ev rast e.

51 sal piştî vê axaftina Theodor Herzl, di sala 1948a da dewleta Îsraîl av bû, gelê yahûdî bi rastî jî bû xwedî dewleteke netewî...

Heger miletek bi tifaq be û serxwebûna xwe bixwaze, tiştê kes jê bawer nake jî mimkûn e.

Gelşa me ya esasî ji pirbûn û xurtiya dijminên me bêtir, em pir perçe perçeyî bûne, em nikanin wek miletekî hereket bikin.

Perçe jî ne tenê yekîtiya wan tuneye, di ser da neyartiya hev dikin, hinek serxwebûnê dixwazin, hinek naxwazin, hinek bi dijmin ra ne.

Em ji zimanê hev fêm nakin, dînên me, elîfbeyên me cihê ne, haya me ji hev tuneye, partiyên me şerê hev dikin.

Miletekî hewqasî perçebûyî, miletekî xwedî hewqas gelş û cudahî nikane wek yahûdîyan zû bigihîje hedefa xwe.
Gerek em siyaseteke, stratejîyeke li gorî realîteya welat û miletê xwe bidin ber xwe.
Zana, alim, sosyologên me gerek rewşa me minaqaşe bikin, meselê tenê ji siyasetmedaran ra nehêlin.

XXX

Sawciyê tirk yê Anqerê ji Selhedîn Demirtaş ra 39 caran muebet xwestiye.

Belê, ne muebetek, 39 caran muebet !!!

Ez xirrê kerê xwe yê henşerî di mahkime û di edelata we kim, di mak û êla dewleta we kim !

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE