22 januari 2021

Tirk haziriya dagirkirina Şengalê dikin

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro îşareta êrîşeke ser Şengalê jî daye, gotiye ” gotineke min a ez her tim dibêjim heye, we hew dît şevekê ji nişka ve em hatin....”

Mêrik gewî bûye, bi dêla xwe dilîze, çavê wî kurdan dibire, lema jî van qurretiyan dike.

Bi baweriya min ev gefa Erdogan ne forteke vala ye. Ev demeke berpirsiyarên Îraqê û yên Tirkiyê pir ser hev da diherin û tên.

Ev çûn-hatinên wan bêguman ne ji xêrê ra ye. Bi îhtîmaleke mezin li dijî PKKê û hêzên nêzî wê pilanek çê kirine û wezîfe dane Tirkiyê.

Hedefa Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê tiştên kurdan li başûr û li rojavayê Kurdistanê bi dest xistine têk bibin, ji wan bistînin. Yanî hukûmetên kurdan li başûr jî, li rojava jî di tahlûkê da ne û kurd jî viya baş zanin.
Tedbîrên wan çi ne, kanin çi bikin ez nizanim. Lê tiştê xuya dike nêta neyarên me pir xerab e.
Hêvî dikim kurdên başûr, partiyên başûr neyên lîstika tirk û ereban. Ji xwe dema ereb û tirk biryara êrîşê bigrin kurd nikanin wan rawestînin.
Tirk, ereb û faris ne dostê tu kurdî ne, ne dostê tu partiyenê ne, giş neyar in û dixwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd bi ser nekevin, Kurdistan çê nebe.

 

XXX

Li Tirkiyê êdî însanan ronkayiya rojê direvînin. Do li orta Stenbolê, li herêma Başakşehîrê, li ber çavê bi sedan însanî xortekî bi navê Gokhan Guneş revandine.

Tirkiye nuha ji dewra 1990î jî xerabtir bûye, gurên boz, çeteyên hukûmetê li orta bajaran li xelkê dixin, direvînin, wenda dikin.

Îro li ruyê dinyayê rejîmên herî xerab, herî zalim, herî faşîst û herî qanûnnenas, bêûjdan û çete rejîmên îslamî ne, hêzên îslamî ne. Li dinyayê tu kes ji îslamîyan ne zalimtir û ne xerabtir in.

Hêzên îslamî, rejîmên îslamî ev rastî li Îranê, li Tirkiyê, li Sûriyê, li Îraqê, li Afganîstanê, li Afrîkayê, li her dera dinyayê baş nîşan dan û îspat kirin.

Îslamîyeta îro, rejîmên îslamî faşîzma nuh e, heta xerabtir e jî. Gerek dinya ji vê faşîzma nuh xelas bibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE