22 januari 2021

Eloyê xemxur

Li gundekî yek hebû, milet jê ra digot Eloyê Xemxur. Ji ber ku her tişt ji xwe ra dikir derd, derdên dinyayê giş derdên wî bûn.

Şeveke havînê ew û jina xwe li ser xênî bûn. Jinikê şîv da ber. Elo di ber xwe da got:

-Elhemdûlîla, îşev ezê bê derd û kul ji xwe rş bi rehetî pariyak nan bixum.

Tam di wê bîstikê da cîranê wî bankirê, got:

-Elo !, ma te bihîstiye kera cîranê me yê Ûso dahşikeke bê dêl/boçik anîye...

Li ser vê xeberê, Elo bi xemgînî kevçî danî, ji jina xwe ra got:

-Nuha ev dahşik ewê mezin bibe, bibe ker. Di bin bêr da ewê pişt lê kurmî bibe û ewê mêş lê venin. Û ji ber ku pot e, wek kerên din ewê nikanibe mêşan ji xwe biqewitîne. Îcar ev heywana kerr û lal ewê çawa bike, çawa bijî? Û piştî vî derdî de were bira parî di ber te da here...

 

Tesîra goşt

Ahmed Turk û çand hevalên xwe bûbûn mîvanê Mûsa Anter. Apê Mûsa girar/bulxur û zelte danîbû ber mîvanên xwe. Ji ber vê sifra feqîr, ji gundiyan yek ji apê Mûsa ra dibêje:

-Apê Mûsa, ma ne eyb e te girar û zelte tenê danîye ber van mîvanên xwe yên giranbuha ? Divê te ji wan ra berxek şerjêkira.

Apê Mûsa dibêje:

-Ê kuro gava ez goşt bixum, divê ez îşev herim bazdim ser xaltîka te…

 

Kerê biaqil

Di taqîbatekê da riya qumandarê qereqolê bi nav bîstanekî ket. Zengilê hustuyê kerê ji bîrê av dikşand bala wî kişand. Ji cenanê bîstên pirsî:

-Ma ev zengil ji bo çi di hustuyê ker da ye?

Cenên got:

-Çaxa ker avê dikşîne ez dengê zengil dibhîzim. Lê gava dengê zengil bê birrîn ez fahm dikim ku ker sekinîye, wê gavê têm ço dikimê.

-Ê le gava ker bixwaze te bixapîne û di cî da serê xwe li ba bike, tu yê çawa fam bikî ker avê nakşîne?

Cenên got:

Qumandar efendî, Xwedê ji te razî, ma kerê wek te biaqil li ku derê hene?

 

Kêrê da hestî

Jêhat ji karê malê nikanîbû pişta xwe rast bikira. Ha feraxan bişo, ha hevîr bike, nan lêxe, ha kincan bişo, ha malê şirt bike...

Welhasil, hale wî ne tu hal bû. Rojekê edî kêrê da hestî, bi hêrs bi ser xanima xwe da qîriya:

-Heger ez peyayê vê malê me, dibê ji îro û pê da...

Jinik bi hêrsek mezin ji ciyê xwe hol bû û berê xwe pê da kir:

-Te got çi, te got çi?... Hela ka cardin jî bibêje!

Jêhatê reben biziya, gotin di dev de qurçimî, bû wek pisîka di kozê de şîr rijandibe. Bi dengekî melûl got:

-Yanî min xwest bêjim, ji îro û pê da êdî ezê qirara xwe bidim, ka ezê berê kîjan karî bikim, ezê berê feraxan bişom, hevîr bikim ya jî hundur bimalim. Min xwest viya bibêjim…

Jinikê got:

-Haaa..., min jî got qey te dikira tiştekî din bigota...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE