21 januari 2021

Kurdan Kurdistana Federe anîne ber xerakirinê


Hêvîdar Ehmed
di nivîsa xwe ya Rûdawê da dibêje heger kurd, yanî PDK û YNK û hevalbendên wan bi lez gelşên nabêna xwe çareser nekin û hukûmeteke netewî çê nebe, statuya kurdan ya îro heye ewê ji destê wan here, Kurdistana Federe ewê têk biçe. Ji bo vê jî pilaneke Bexdayê heye û ev pilan jî ji sedî 50 bi cî bûye.

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, li Perlemana Kurdistanê(28/12-20) bi zelalî gotiye:

"Heger em mala Kurdistanî çênekin, tiştek bi navê statuya Herêma Kurdistanê namîne!"

Vê yekê serok û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê jî baş zanin, lê dîsa jî hêzên pêşmerge, malîyeya Kurdistanê û îdareya duserî nakin yek.

Çawa ku vê duserîtiyê heta nuha mala kurdan şewitand, nîvê Kurdistanê ji dest dan, ew kirin motaj û parsekên Bexdayê, heger bi lez yekîtiya netewî çê nekin, herdu îdareyan nekin yek, nîvê maye jî ewê ji destê wan here.

Bexda, Anqere û Tehran bi hev ra vê pilanê gav bi gav bi cî dikin û viya jî ne ez dibêjim, Qubad Talebanî di meclîsê da gotiye. Yanî tiştekî ne veşartî û bi dizî ye.

Yê min bi xwe tu hêviyeke min ji van serok û partiyan nemaye, ez bawer nakim xwe biguherin û îdareyeke netewî ava bikin.

Heger bixwstana kurd ji bindestiyê xelas bibin û Kurdistan çê bibe ev 30 sal e ewê xwe biguherandina, pêşmergeyên xwe, hêzên xwegiş têxistana bin emrê dewletê û ji gelê xwe ra dewleteke netewî ava bikirana.

Hêvî dikim ez şaş bim, di demek kin da ”mala kurd çê bikin, dûzanekê bidinê” û dijminên xwe bi xwe nekenînin.



 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE