Berê nav û dengê mezinatiya Ataturk û bêhempatiya
demokrasiya Tirkan tenê li hundur, ji bal tirkan ve dihat zanîn.
Lê bi xêra
înternetê êdî dinya jî hêdî hêdî vê ”demokrasiya” tirkan ya li Rojhilatanavîn
ya ”bêhempa” nas dike û yekcarnan jî bi hawakî mîzahî hin kes li ser
radiwestin.
Demokrasiyê tirkan wek hêştirmeyê ye, yanî ne teyr e û ne
jî deve ye, bêxwedî dişibe her tiştî. Loma jî her kes li gora xwe navekî lê
dike û wê dişibîne heywanekî ya jî tiştekî din ê kesnedîtî.
Belê, nav û dengê demokrasiya tirkan ya kût, mezinatiya
Ataturk ya cîhanî û xurtiya artêşa tirk bi minasebeta danûstendinên Yekîtiya
Ewrûpa ji bal ewrûpiyan ve kêm zêde êdî baş tê zanîn, lê li Emerîka wek
Ewrûpayê baş nedihat zanînîn.
Piştî midaxela Emerîka ya Îraqê demokrasiya tirkan li Emerîka jî olan da, êdî
roj tuneye ku pisporek ya jî rojnameyek bi rengekî mîzahî qala vê demokrasiya
mezin neke.
Dîrektorê Navenda Lêkolînên Navneteweyî(CIS) John Tirman
jî yek ji van kesane ku di rojnameya Boston Globe da li ser ”Ataturk”,
”artêşa tirk” û ”demokrasiya tirkan” serê xwe êşandiye û dûra jî gihîştiye
hin netîceyên pir baş.
Tîrman dibêje, ”li Tirkîyê Ataturk û artêş her tişt e”
yanî kes nikane ji wan ra bibêje hillê billê ya jî gula we tahl e.
Tîrman dibêje, ”Ataturk merivekî zêde neteweperest bû û artêşa
tirk jî neteweperestiya wî ji xwe ra kiriye rêber” û bi saya vê rêberiya
Ataturk hukum ji dest xwe bernade.
Rêberê demokrasiya tirk ”kulma hesinî” ya leşkeran e
Tîrman jî wek gelek kesî li Tirkiyê tahlûka axaftinê û
peyvê dîtiye, loma jî dibêje:
-Ji ber ku qala mesela kurd kirine û li ser qetlîama
ermeniyan rawestiyane nêzî 50 weşanger û nivîskar bi îthama ku ”neteweya tirk
biçûk xistine” tên dadgehkrin.
Û dûra jî dibêje:
-Li Tirkiyê minaqeşeyên li ser demokrasiyê gelkî bi rîsk
in. Tirkiye bi hawakî resmî ji sala 1920a û vir da cumhûrîyet e. Lê
demokrasiya Tirkiyê demokrasiyeke bi rêber e. Û ev rêber jî kulma artêşê ya
hesinî ye. Artêşa Tirk li herêmên kurdan bombeyan diteqînin.
Tîrman, nêta artêşa tirk ya dizî û sebebên teqînên
bombeyan li Kurdistanê jî baş fêm kiriye. Tîrman dibêje:
-Artêşa tirk li herêmên kurdan bombeyan bicî dike û
diteqîne û dixwaze bi vî hawî nîşanî civata tirk bide ku PKK hîn jî xurt e û
loma jî dibê li hember wê şer were kirin.
Tîrman dom dike, dibêje:
-Ev jî ne nimûneya pêşî ye. Bûyerên wiha ji alî struktura
hikûmeta mewcûd, hêzên ewlekariyê, berpirsiyarên îstîxbaratê û hin hêzên
paramîlîterên ku ji standartên Yekîtiya Ewrûpayê nefret dikin, yanî bi navekî
din ji alî ”dewleta kûr” va tên çêkirin.
Tîrman li ser ”sicîl” û marîfetên artêşa tirk hinekî hûr
bûye û bi hawakî matmayî gotiye:
-Leşkeran serokwezîr daxistin, hetta kuştin jî
Tîrman tirsonekî û pepûkiya siyasetmedarên tirk jî baş
dîtiye. Lomajî dibêje:
-Qanûna Esasî ya Tirkiyê di sala 1980î da, piştî derbeya
leşkerî hat çêkrin. Li Tirkiyê kesên siyasî tu carî naxwazin leşkeran nerehet
bikin. Lê li gel vê jî serokwezîrên Tirk ji alî leşkeran ve tên xistin û
hetta tên bidardekirin jî.
Gelo Tirkiye endametiya Ewrûpayê heq dike?
Tîrman bi hawakî bi heq di dawiyê da vê pirsê ji xwe dike:
-Piştî hewqas tişt, gelo hîn jî Tirkiye endametiya
Yekîtiya Ewrûpayê heq dike?
Bêguman gelek Ewrûpiyên li dijî Îslamê, Tirkiyeke feqîr ya 70 milyonî
naxwazin. Loma jî mesela demokrasiyê û mafên mirovî tînin rojevê.
Şerê li hember PKKê ”herbeke sivîl” e, yanî herbeke li
hember gelê kurd, li hember kesên sivîl e.
Tîrman dîtiye dewleta tirk di bin navê ”şerê li dij
terorê” da li Kurdistanê teroreke mezin dimeşîne. Di vî şerê qirêj da wek
mitefîk, para Emerîka jî dibîne û dibêje:
-Piştgirê Tirkiyê yê Yekîtiya Ewrûpayê Emerîka ye. Ji serê
salan ve ye ku piştî Îsraîl û Misrê, Tirkiye ji Emerîkayê alîkariya leşkerî
ya herî mezin digre. Lê li gel vê jî li Tirkiyê dijminatiya li hember Emerîka
pir zêde bûye. Tirkiyê çekên ku ji Emerîka girtiye li hember kuştina 40 hezar
kurdî bikar anîye.
Tîrman baş dibîne ku Tirkiye her çiqas li ser kaxetê
mitefîkê Emerîkayê be jî, lê di praktîk û fîîlîyatê da dijminatiya Emerîkayê
dike û hewil dide ku Emerîka li Rojhilata Navîn bi ser nekeve û têk biçe.
Di vî warî da jî nimûneye herî berbiçav şerê Îraqê ye.
Tîrman jî vê nimûneyê radixe ber çavê hikûmet û gelê Emerîka û dibêje:
-Tirkiye li Îraqê jî li hember berjewendiyên Emrîka
dixebite. Emerîka li Îraqê di mesela Kerkûkê da piştgiriya kurdan dike, lê
Tirkiye ji bo ku Kerkûk nekeve destê kurdan dixebite. Dema Kerkûk têkeve
destê kurdan, Tirkiye dikane mudaxeleyeke leşkerî bike, dikane xeta petrolê
rawestîne, dikane çavkaniyên avê bigre û alîkariya milîs û
desteyên(mangayên)qatilan bike.
Tîrman di dawiya nivîsa xwe da bi hawakî vekirî li ser
têkiliyên Emerîka û Tirkiyê yên derbeyên mezin xwarina radiweste û wiha
dibêje:
-Yanî Emerîka ji alî artêşek ku Emerîka bixwe ew perwerde
û xurt kiriye ji nuha da xeyalşikestî bûye.
Ev gotinên Tîrman jî nîşan dide ku têkiliyên Emerîka û
Tirkiyê bi rastî jî derbe xwarine û di demeke nêzîk da jî cebara wan ne
mimkûn e. Ji ber ku îro li Rojhilata Nêz menfeetên Tirkiyê û yên Emerîka li
hev nakin, serkeftina Emerîka têkçûna Tirkiyê û têkçûna Emerîka jî sekeftina
Tirkiyê ye.
Lê dibê em hemû kurd û bi taybetî jî kurdên bakur baş
bizanibin ku li Îraqê têkçûna Emerîka, têkçûna me hemû kurdan e jî.
Heger Emerîka û kurdên başûr li Îraqê bi ser kevin weleh emê jî li bakur zora
tirkan bibin û biser kevin. Yanî tirkê ji mecbûrî bi me ra rûnin û pir hindik
tiştekî bidin me.
Lê Xwedê neke heger eksê wê bibe, yanî Emerîka û kurd li
Îraqê wenda bikin, a wê demê malik li me dişewita, em kortika hustuyê xwe jî
bibînin, em li Tirkiyê tu mafan nabînin. Mesela me dimîne li ser ûjdan û
merhemeta tirkan. Û em baş dizanin ku ev herdu tişt jî bi ”tirkan” ra tunene.
Loma jî dibê em hemû kurd baş bizanibin ku qedera me
kurdan ji her demê bêtir bi qedera kurdên başûr va girêdayî ye. Wendakirina
wan mirina me ye…
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar