23 januari 2021

Ma keçik tenê sûcdar in?

Mehdî Mutlu di twîtteke xwe da gotiye, piraniya keçên kurd ji axaftina bi kurdî şerm dikin, êvaran li ber rêzefîlmên tirkî sermest dibin, nezanîna kurdî ji xwe ra nakin kêmasî, bile’kis ji bo xwe wek rizgariya ji gundîtîyê, ji paşverûtiyê dibînin.

Mimkûn e di vê meselê da, yanî di temaşekirina fîlmên tirkî û axaftina tirkî da nîsbeta keçikan, jinan hinekî zêde be; ji ber ku jin di mal da ne, lema jî ji mêran bêtir li fîlmên tirkî temaşe dikin. Û bi vê ra jî hêdî hêdî dihelin, di bin tesîra tirkî û kultura tirkî da dimînin, asîmîle dibin.

Lê mêr jî, xort jî ne evîndarên kurdî ne û giş bi kurdî napeyivin. Yanî sûcdar tenê ne keç in, dê û bavên wan, mezinên civatê ji wan bêtir sûcdar in.
Heger ne wiha bûya ewê zarokên xwe, keçên xwe fêrî kurdî bikirana. Em zanin piraniya zarokên bajaran bi kurdî nizanin, ev ne sûcê dê tenê ye, yê bavê ye jî. Bav jî, kal jî bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin. 

Sebebê vê yê esasî bi me kurdên bakur ra şiûra netewî pir zeîf e. Kurd xwe wek miletekî cihê nabînnin.
Kurd êdî tirkan wek neyarên xwe, wek tecawizkar û dagirkerên welatê xwe nabînin.

Dema tu dagirkerên welatê xwe wek neyarê xwe nebînî, tu yê ji zimanê wî jî hez bikî, ji fîlmên wî jî û ji kultura wî jî hez bikî.

Ji bo ku piraniya kurdan, him jî piraniyeke pir zêde, tirkan êdî wek dagirkerên welatê xwe, wek dijminê xwe nebînin, ji tirkan, ji fîlmên tirkî, ji zimanê tirkî, ji leşker û pûlisên tirk, ji bindestiya tirkan ne aciz in.
Mesele ev e. Em pûç bûne, em ne tiştek in. Ji bo ku jinên kurd, keçên kurd li rêzefîlmên tirkî temaşe nekin, bi tirkî nepeyivin, ji kurdî hez bikin, bi zimanê xwe serbilind bin, dibê ji dagirkerên xwe nefret bikin, nebin dost û hevalên dagirkerên welatê xwe. Ev zanîn û şiûr bi wan ra hebe.

Sebebê tunebûna vê şiûrê jî partiyên siyasî û ronakbîrên kurd in, wan kurd şiyar nekirine, di nav milet da nasyonalîzm xurt nekirin, tirk, zimanê tirkî, kultura tirkî bi kurdan şîrîn kirin.

Ji bo wê jî kurd rehet asîmîle bûn û dev ji ziman û kultura xwe berdan û bûn tirk.

Gava mezin, rîsipî û mezinên miletekî gelê xwe şiyar neke, hevaltî û hezkirina ji dijmin heram neke, ew bi xwe bibin dost, heval û rêberên neyar, xelk jî, jin jî ewê ji tirkî hez bikin û li rêzefîlmên tirkî temaşe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE