23 januari 2021

Ferqa tirk û îspanîyan

 8/1/2006
 Netkurd


Hikûmeta Katalanya ya Otonom, ji bo îdareyeke(statuyeke) hîn firehtir û mafên hîn zêdetir pêşniyarek da parlamentoya Îspanyayê.
Fermandarê Hêzên Bejayî yê Sevîlla General Jose Mena, li dijî vê pêşniyara hikûmeta Katalanyayê derket û got:

-Heger sînorên Qanûna Esasî werin binpêkirin(îhlalkirin) ewê mudaxeleyeke leşkerî çê bibe.

General Jose Mena, ji ber van gotinên xwe 8 rojan bi hefsa di mal da hate cezakirin.

Belê, Serfermandarê Artêşê û Wezîrê Parastinê li hember van gotinên Mena, bê deng neman, tavilê hesab jê pirsîn û ew ceza kirin.

Gelo li Tirkiyê tiştekî wiha mimkûn e?

Ji ber ku ne mimkûn e, ji ber ku li Tirkiyê tradîsyon û demokrasiyek wiha tunye, loma Tirkiye nikane bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê. Û heta ku tirk negihîjin vê nuxteyê, ew kortika hustuyê xwe jî bibînin, ew nikanin endametiya Yekîtiya Ewrûpayê bibînin.

Wezîrê Parastinê Bono, bi hefskirina Mena ya 8 rojan jî qîma xwe neanî, ji bo ku General Jose Mena ji Wezîfa xwe were girtin Bono got, ji bo ku Mena tavilê “teqawit bikin”, ewê pêşniyarê bibe ji heyeta wezîran ra.

General Mena, fermandarê Hêza Bejayê ye û di Artêşa Îspanyayê da jî merivê duyem e. Yanî piştî Serfermandarê  Giştî ew tê. Lê hikûmeta Îspanyayê dîsa jî Mena efû nekir, tavilê ew bi hefsê ceza kir. Ev biryar pîvana pêşketin û saxlemiya demokrasiya Îspanyayê nîşan dide.

Mena, di axaftina xwe(7/1-06) da statuya Katalanan ya nuh rexne kiribû û gotibû, heger Parlamentoya Îspanyayê vê pêşniyara Katalanan wek xwe qebûl bike, ewê netîceyên gelkî ciddî derkevin holê: Mena gotibû:

-Heger statu sînorên qanûnî derbas bike wê demê Hêzên Çekdar ewê mecbûrî mudaxeleyeke leşkerî bibin.

Dema min ev xeber xwend, tu bixwazî nexwazî generalên tirk û hikûmeta tirkiyê hat bîra min, min tirk û îspanî dan ber hev. 

Wek tê zanîn li Tirkiyê beyanên wiha ji bo generalên tirk ne sûc e, bivacayî mafê her generalîye ku beyanên wiha bide û li “yekîtiya axa Tirkiyê” xwedî derkeve. Jixwe wezîfa generalên tirk ya herî esasî jî ev e, ji bo ku hikûmetên siwîl tu mafî nedin kurdan, dibê ew her roj bi beyanên xwe yên bi vî rengî tim tirsê di hikûmetan bifirînin û wan tehdît bikin.

Ji bo ku kurd nebin xwediyê tu mafên netewî, generalên tirk her roj beyanên wiha didin, lê bira hefskirin li wir bimîne, ne Serokwezîr û ne jî Wezîrê Parastinê(ji xwe kes nizane li tirkiyê wezîrê parastinê heye ya tuneye, çimkî her tişt di destê leşkeran da ye), kes newêre ji generalan ra bibêje mafê we tuneye hûn tiştên wiha bibêjin. Heta di ser da serokwezîr û wezîrê parastinê gelek caran mecbûr in bibêjin, ”hurmeta me ji dîtinên wî(yanî generalê beyan daye) ra heye ya jî em jî bi “dîtinên wî” ra ne.

Bêguman dil dixwest ku tirkan jî wek îspaniyan biwêrîbûya generalên xwe ji ber gotin û kirinên wan yên ne qanûnî mahkime û ceza bikira. 

Lê tiştê xuyaye ne îro û ne jî di demeke nêz da ev yek ne mimkûn e. Heger tirk jî wek îspaniyan ji ber beyanên wiha generalên xwe têxin hefsan, wê demê Artêşa Tirk ewê bê general û heta bê zabit bimîne. Bira general li wir bimîne(tirk hîn newêrin tiştekî wiha xeyal jî bikin), tirk hîn newêrin başçawîşekî ji ber beyaneke wiha ceza bikin.

Roja ku tirkan jî wêrîbûn generalekî xwe ji ber beyaneke wî ya wiha ceza bikin wê demê meriv dikane bibêje ku li Tirkiyê demokrasî heye.

Îdara Katalanyayê di daxwaznameya xwe da ji parlamentoya Îspanyayê dixwaze ku Katalan wek ”milet” werin qebûlkirin û li herêma Katalanya jî sîstema bacê dewrî îdara Katalanyayê bibe.

Bi hêviya cejneke bê kul û der û bêyî nexweşiya mirîşkan, Cejna we ya Qurbanê pîroz be

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE