24 januari 2021

Postê civata me pir fire bûye

Li Kurdistana bakur sebebê ku însan hewqasî rehet, bê tirs, bê şerm dibin hevalên dewleta tirk, dibin hevalên partî û kesên dijminên kurdan û hewqasî bi rehetî dev ji zimanê xwe berdidin, li Kurdistanê tirkî dikin zimanê kurdan, ji ber bêdengî û bînfirehiya civatê ye.
Civat qebûl dike, normal dibîne.

Civat ji kesên bûne hevalên dewletê ra, ji yên bûne hevalên neyarên kurdan ra tiştekî nabêje, însan silavên xwe ji ser wan nabirin, kes bi çavekî xerab li wan nanêre.
Lema jî bi hezaran kurd bi serbilindî hevaltî û berdevkîya AKPê û Erdogan dikin, dagirkirina Efrînê diparêzin, dibêjin Tirkiyê demokrasî bir Efrînê.


Ev yek cesaretê dide wan kesan, çimkî hevaltiya bi dijmin ra di nav civatê da ji wan ra tu gelşê çê nake, zirarekê neda îtîbara wan.

Lema jî însan bêtirs dibin hevalên dijmin û dev ji ziman û kultura xwe berdidin û dibin tirk.
Ev yek di nav filistîniyan da ne wiha ye, filistîniyek li Filistîn nikane bibe hevalê dewleta Îsraîl ya jî partiyeke yahûdî û li dijî azadî û serxwebûna filistîniyan be.
Li ba me bi sedhezaran hevalên partiyên dijmin û partiyên neyarên kurdan hene. Bi Tirkiyê ra dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê diparêzin. Kuştina bi sedan, bi hezaran kurdî diparêzin.
Civat şêla kesên wiha normal dibîne, bi wan ra dostiyê, hevaltiyê dike.
Ev xweşbînî û toleransa civatê ya ji xiyanetê û xayinan ra, hevaltiya bi dijimin ra, rêberiya ji dijmin ra meşrû dike.

Bi sedhezaran kurd bi AKPê ra ne, desteg dan dagirkirina Efrînê, serê Kaniyê û herêmên din.

Hukûmeta AKPê çi zulmê li kurdan bike, wan bigre, bikuje ew dîsa jî piştgiriyê didinê û jê ra li çepikan dixin. Zarokên xwe asîmîle dikin.

Lê kes xwe ji van însanan aciz nake.

Dema dibînin hevaltiya wan ya bi dewletê ra, rêberiya wan ya ji dijmin ra zirarekê nade wan, îxaneta xwe didomînin.

Lema jî bi qasî şexsan, sûcê civatê jî pir e, çimkî civat jî ruyê xwe ji hevalê dijimn, ji merivê xayin naguhere, xiyaneta wî, hevalbendiya wî ya bi dijmin ra wek şermekê, wek rûreşiyekê nabîne.

Yanî dibê civat sînorekî, xeteke sor têxe nabêna xwe û dijmin û hevalbendên dijmin.

Gava civat viya neke, hevaltiya bi dijmin ra normal bibîne, li dijî asîmîlasyonê reaksîyeonekê nîşan nede, însan jî ji hevaltiya dijmin şerm nakin. Çimkî tesîreke, reaksiyoneke wan mecbûrî vê yekê bike tuneye.

Sebebê însan eşkere diziyê, tiştên xerab nakin, yek, tirsa ji qanûnan, ya din jî şerma ji civatê ye. Civata me hevaltiya bi dewletê ra, bi tirkên neyarên kurdan ra şerm nabîne.

Di şîna Hemîdê Hecî Dewrêş da em çend heval li ber derî li hev kom bûbûn, me sohbet dikir.  Kurdekî ji başûr ê hevalê mixalefeta Sûriyê, yanî hevalê erebên îslamî, Daîş û Tirkiyê, hat silav li me kir û bi rêz destê xwe da hevalên li dora min. Dema destê xwe da min jî, min bi destê wî negirt û jê ra got, ”ez bi destê te nagirim…” Şeqizî, bû wek ez guleyekê bera eniya wî bidim. Got çima?
Min got, ”Ji dilê min nayê bi destê te bigirim, çimkî tu hevalê dijminên miletê kurd î !”
Soro û moro bû û çû ket hundur…
Hevalên dora min ez neheq kirim. 
Dibê em hevaltiya bi dijmin ra normal nebînin, wek sûcekî, wek xiyaneta vi miletê kurd ra bibînin û rû nedin kesên ketine nava van têkiliyan.

Wek milet em mirine, bûne tirk ev jî îspata wê ye

Di telewîzyrona Rûdawê da Rawîn Stêrk bi Ciwanmerd Kulek ra, Hêvîdar Zana xanimê jî bi keça Fransiz Eleonore ra sohbeteke delal kirine.

Keça fransiz dibêje, ji bo ku kurdî baş fêr bibe, kurdîya xwe bi pêş xe ew çû Kurdistana bakur.

Lê ew xeyal şikestî bûye, çûye ku derê kurd bi wê ra bi kurdî nepeyivîne, giş pê ra bi tirkî peyivîne.

Ev yek ji bo miletekî sosiret û rûreşîyeke mezin e.

Lê ne xema kurda ye, çimkî kurd êdî pir bêrû bûne, êdî ji tirkbûna xwe, ji nezanîna ziamnê xwe şerm nakin, li ber xwe nakevin .

Meriv çawa kane hewqasî bêxîret be ez fêm nakim…

Merivê şexsîyet pê ra hebe, nebûbe xulamê tirkan, bi keçka ji bo fêrbûna kurdî ji Fransayê hatiye welatê xwe ra bi tirkî napeyive.

Lê ji bo ku tirkan bi asîmîlasyonê ra gelek kurd bêşexsîyet, bêxîret jî kirine, lema jî her bêşexsîyetiyê kanin bikin.

Dema keçikê ji Hêvîdar Zana ra got, ez çûm Kurdistanê ji bo ku kurdîya xwe baştir bikim, lê kurd giş bi min ra bi tirkî peyivîn, ji şerma ez ketim binê erdê, ji hêrsa min porê xwe rûçikand…

XXX

Kurdên ji miletê xwe, ji zimanê xwe hez kirine û bi zimanê xwe berhemek li dû xwe hîştine, nemir bûne, kurd nuha wan didin ser serê xwe. Ew taca serê me ne.

Kurdên bi tirkî nivîsîne bûne malê tirkan, kurd wan ji xwe nahesibînin. Qîmeta wan bi qasî kixsakê jî li ba kurdan tuneye.

Îro jî eynî tişt e. Yên îro bi tirkî dinivîsin jî mahkûmî eynî aqîbetê ne.

Sibe kurd ewê wan jî ji xwe nehesibînin.

 

 

 

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE